Diyarname
Kovara Nûbiharê ku sê mehan carek derdikeve bi hejmara xwe ya 157’an li pêşberî xwendevanên xwe ye.
Kovarê di vê hejmara xwe ya payîzê de nivîsên cur bi cur pêşkêş kirine. Ji lêkolînerên kurd Rohat Alakom di bin sernavê "Pirtûka dîroka nûjen ya Kurdistanê" ketiye pey şopa berhemeke winda ya Mela Mahmûdê Bazidî û Auguste Jaba
Îbrahîm Seydo Aydoğan jî nivîsa xwe li ser "Di wêjeya kurdî de nûkirina ceşnên wêjeyê" nivîsandiye. Aydogan berê xwe daye Celadet Alî Bedirxan û kovara Hawarê û nivîsa xwe di vê çarçoveyê de rêzkiriye.
M. Zahîr Ertekîn jî bi nivîsa "Dîwanên wenda yên Kurdî" ketiye dû dîwananan.
Ji kurdên Sovyeta Berê du kes bûne mijara nivîsê û di kovarê de cih girtine. Ji wan Kinyazê Îbrahîm ku demek be mir bûye mijara nivîsa Salihê Kevirbinî. Kevirbirî axaftina wî ya li Alma Atayê pêşkêşî xwendevanên Nûbiharê dike. Di vê çarçoveyê de Nihat Gultekîn jî ligel rewşenbîr û nivîskar Ahmedê Hopo hevpeyvînek kiriye. Hopo ku gotiye "86 salî me. Her tişte wekî doh tê bîra min!" berê xwendevanan daye wê erdnîgariyê û rewşa kurdên wê derê ya wê demê.
Di van deman de di hin zanîngehan de li ser wêjeya kurdî tez têne nivîsandin. Nivîskar Rojen Barnas jî li ser yek ji wan nivîsa xwe bi sernavê "Hin Şaşiyên Tezên Lîsansa Bilind ên li Ser 'Helbestên Rojen Barnas'” amade kiriye û berê xwe daye wan tezan.
Ji nivîsên kovarê Murad Celalî jî nivîseke girîng nivîsiye. Di nivîsa "Zûgotinokên Kurdî û di Perwerdeyê de Fonksiyona Wan" bûye mijara Celalî.
Ji bilî van her wiha di vê hejmarê de kesên wekî
Berken Bereh, Hayrullah Acar, Sabri Akbe, Abdullah İncekan, Mele Mihemedê Kêrsî, Ali Bayram, Kenan Zelan, Sidîq Gorîca, Nasir Kemaloglu, Bamed Serdar, Kevok Mizgîn, Talat İnanç, Hekîm Meretoyar, Mihemed Elî Bayram, Adem Yaşar, Huseyn Zana, Rahmetullah Karakaya, Zana Zengenî, Azad Rêbiwar, Qedrî Sipranî, Yûnis Amedî, Bedri Kirbuga, Nuri Yalçin, Hanifi Taşkin, M. Salih Turgut. Ebubekir Goren û
Reşad Kemal bi nivîs, helbest û wergerên xwe cih girtine.
Ji bo têkiliyê:
Tel: 0212 519 00 09
www.nubihar.com