Diyarname
Konferans "Di sedsala 21'ê de ziman û wêjeya kurdî" ku Zanîngeha Culemêrgê li dar xist bi merasimekê dest pê kir.
Merasima destpêkirina konferansê ku li Navenda Çanda Ataturk li dar ket de Şaredarê Culemêrgê Fadil Bedirhanoglu, Walî Muammer Turker, Rektorê Zanîngehê Prof.Dr. Îbrahim Belenli, nivîskar Celîlê Celîl, Arjen Arî, Îhsan Culemêrgî jî têde gelek nivîskar beşdar amade bûn.
Şaredar Bedirhanoglu bi kurdî u tirki xêrhatin li mêvanan kir. Walî Turker û Rektor Belenli axaftin kir.
Merasim bi dîwana dengbêjên ji Culemêrgê bi dawî bû.
Konferansa ku wê axaftinên wê îroo (16 tîrmeh) dest pê bikin, heta 18'ê mehê wê bidome.
***
Wêne ji malpera Yuksekovahaber hatine girtin
***
Nûçeya eleqedar:
- 'Di sedsala 21'ê de ziman û wêjeya kurdî' tê nîqaşkirin