Muharrem Erbey*
Kurê min ê delal Rober, di çar salên dawî de mehê carekê, saetekê hembêzkirina we, bêhnkirina we kêfxweşiya min a herî mezin e. Roberê min, tu êdî heft salî yî. Ez di heftsaliya te de ji bo te jiyanek bi aram û rojên ligel bav hêvî dikim. Tê bîra te, te ji min pirsî bû "Bavo tu çima nayê malê?". Ezê ji te re qala wê bikim.
Kurê min, li ÎHD'ê (Komeleya Mafên Mirovan) bê ferqê bixim navberê min ji bo her kesî alîkarî kir, ez niha cezaya wê dikişînim. Di dema ku axaftina bi dengek bilind a bi mirovan re min wekî neheqiyeke didît, bi gotinên şahidek veşarî ez bûm endamê rêxistineke çekdar, min şîdet pêk aniye, ev îdîa kirin û ji ber van min li vir digirin. Li Parlemenên Îngilistan, Swêd, Belçîka, li Cenevreyê, li NY'ê (Neteweyên Yekbûyî) min şaşiyên kesên dixwazin bibin taybet û cuda anîne ziman, min wekheviya her kesî parastiye, min gotiye divê rûmeta mirovan bê parastin, ji bilî ev gotinên xwe ez nebûme tiştek din, lê wan ez wekî endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê nîşan dane. Ji bo mexdûrên hatine ÎHD'ê min daxwazname nivîsîne, ez ketim dû mafên wan, ji ber vê yekê jî wan ez wekî endamê Komîsyona Hiqûqê ya KCK'ê nîşan dame û ev çar sal in nahêlin ez bêm cem we, ez bêm malê.
Zarokatiya me
Dema di hevdîtinê de ji bo diyariya rojbûnê te "Jeep û televîzyonek mezin xwest" ez vegeriyam zarokatiya xwe ya feqîr lê dilşad. Em li nava Sûrê** bûn, me xwe bi pişta faytonên bi lez diçûn ve didaliqand, me lingên xwe datanîn ser hesirê zirav ê li nav tekeran, me tente pêdigirt, em demeke wisa diçûn. Zarokên ku me didîtin digotin "Qamçiya donîn, qamçiya donîn", ji bo qamçî li me nekeve, me xwe xwar dikir, bi dengê şeqîna qamçiya li hewa re me xwe diavêt xwarê. Ligel me xwarina derbek bi qamçiyê digirt ber çavan jî, ji bo 40-50 metre me xwe diavêt pişt faytonê û ev yek kêfxweşiya me ya herî mezin bû. Di yek ji şevên sar ên sala 1975'an de dema diya min hat min ji mala cîranan bibe, dît ku ez li ser betonê sar diquxim û bi vî awayî li TV'yê temaşe dikim. Wê ez girtim û baz da mal. Wê milên xwe sabûn kirin, bazinên têde li ber bavê min danîn. Kalê min Salih ku sê meh paşê çû Erebestanê Hecê, ligel televîzyonek 37 ekranî vegeriya mal. Êdî min li mala me ya jêrzemîn, li wê odeya bi nêm û ritûbet bi kêf li 'Jetgil'an, li 'Vadîdekî Hayat'ê, li 'Bananza'yê temaşe dikir. Hevalekî min ê baş hebû Xeyrî, dihat mala me li televîzyonê temaşe dikir. Me li kuçeyê datliyên gilover dikirin pênc qet, bi ken bi hev re dixwarin.
Piştî wê rojê tam 34 sal paşê di sala 2009'an de li Stenbolê ez çûm serdana kîrwe Xeyrî, min dît wî Jeep stendiye lê bi qasî dema zarokatiya xwe ne dilşad e. Li karxaneya wî û li mala wî televîzyona 120 ekran hebû. Lê dema wî tune bû ku lê temaşe bike. Ji xebatê, ji vir de, wir de çûn û hatinê bîbikên çavên wî mezin bûbûn. Min li Ameda zarokatiya me civaneke saz kir. Ji Stenbolê Xeyrî, ji Enqereyê Kamîl, ji Manîsayê min gazî kîrwe Ednan, ji Amedê jî min gazî Mistefa û Mintas kir. Em tevî zarokên xwe çûn kuçeya zarokatiya me; bi hev re em geriyan. Li ser kuçeyê em çûn qehwexaneya*** ku bavê min ji bo pirtûka min a betlaneyê lê dixebitî û me li wir çay vexwar. Me erebeyên xwe yên ku em pê dilşad nedibûn park kirin, me xwe bera kuçeyên zarokatiya xwe ya ku em dilşad lê feqîr bûn da. Çavên me tije hêsir bûn.
Li binê tiştê dixuye binêre
Di dawiya salên 70'yî de li ser her quncikî wêneyên "ciwanên qirase" yên zincirên di dest de diqetînin xêz kiribûn. Xeyrî bi pistepist digot, kekê Qasim ê cîranê me, yê bejindirêj, simbêlqeytan, yê bi sakoyê kesk jî ji Ciwanên Qirase ye. Dema ez bi qasî te bûm, em di dema betlaneyê de çûbûn Hezroyê. Li ser zinarên Çiyayê Bilêr xwendekaran nivîseke mezin "ÎGD"**** ku min nedizanî wateya wê çi ye nivîsandibûn. Bi rojan min li wê nivîsa mîstîk nêrîbû û ez li tiştek digeriyam. Dema di betlaneya meha reşemiyê de ez careke din çûm, min dît ew nivîs jê çûye û ez xemgîn bûbûm. Paşê min li wê zinarê qirase ku nivîs jê çûbû nêrî. Ji nişke ve min ferq kir ku ji ber vê nivîsê min ew zinar, ew çiya, ew bayê li wê derê tê, qertelên ku bayê digirin bin baskên xwe û difrin, ew şahîn, ew newalên mezin, kunên bi razber, şikeft, bi hezaran kulîlkên li wê derê tên, giyanewer, ew heybeta çiya ku mirov nikare xwe bigihîne kê, min fêm kir ku min ev yek nedîtine. Heqîqet ne di wê nivîsê de, di wî zinarî, di wê çiya, di wan giyanewerên li çiyan digerin de bû. Pîrika min ku ji kaniyê av jê vedixwar re digot "kanî, bi xatirê te", kalê min ku serê sibê nanê xwe bi dims de dikir û ji bo êzingan derdiket çiyê, zarokên bi çovên nav heriyê dilîstin, bi pozê xwe yê her dikir fişînî lê bi çavên dikeniyan, dilşadiya heqîqî bi wan re bû. Piştî wê rojê min fêm kir ku divê mirov her "li binê tiştê dixuye mêze bike". Di sala 1985'an de bi bazinên xwe yên dikeve şingînî jinek ket hundir. Bi kurdî ji bo zarokên xwe tîşortek xwest. Min jî yekem tîşortê li refê derxist û li ser maseyê danî. Jinikê ji min re got, "Te çima qazaxê sor derxist? Ez ne kurd im. Pereyên min hene" û bi destê zarokê xwe girt û bi pite pitê derket çû. Ez şaş mam. Sor ê rengê serhildanê bûbû rengê înkarê. Dema ez heft salî bûm diya min, di 17 saliya min de jî kirina vê jinikê qibleya meşa min a li dû heqîqetê diyar kir.
Nebe taybet, bibe yê taybetiyekî wî heye
Kurê min ê delal, Roberê min, li derdora me gelek kesên dixwazin bibin taybet hene. Her kes bi dîtbariya xwe, bi tişt, pereyên xwe dixwaze bibe 'taybet'. Pêşniyara min li te tu bi 'bi taybetiyên xwe bibe kesek taybet." Wê çaxê tuyê her hebî. Ez ji bo te sêhra ku mirov pê dikeve nav dilê mirovan eşkere dikim: Yên tu ji wan hez dikî wan şaşwaz bike. Qet nebe ji rêzê, tu çi dikî bike, bi wate, baş û kûr bifikire û wisa bike. Her mirov taybet û girîng e. Ji bîr neke dema tu li heqîqetê bigerî dê her kes bibe hevrêyê te. Mirovên herî dilşad ên li dinyayê ew kes in ku têkiliyên wan ên bi malbata wan re xurt in, di nav xwe de evîn û xweşbîniyê xurt dikin, alîkariya mirovên din dikin. Li ÎHD'ê ji ber ku min mafên mirovan parastin, ez li dijî kesên dixwazin taybet û cuda bin derketim ev çar sal in ez li vir im. Bawer bike ger min tenê bixwesta ez bibim kesek taybet ez dê kêm bimama. Kurê min, her kes gunehkar e. Li dinyayê kesên ku guneyên xwe vedişêrin û yên ku nikarin veşêrin hene. Yên ku guneyên wan derdikevin holê dibin gunehkar, yên ku dikarin guneyên xwe veşêrin jî wekî ku mehsûm bin digerin. Ji ber ku ez li dijî kesên neheqiyê li hinên din dikin lê wekî mehsûm bin tevdigerin derketim, ez li vir im. Kurê min li vê dinyayê tu kes ne mehsûm e. Kurê min em li nav gerokeke îlîzyonê ne ku li derve em vê yekê nabînin. Hin kes ji bo zêdetir pere qezenc bikin jiyaneke sanal didin me; em dê çi bixwin, çi li xwe bikin, emê çawa bijîn, hin kesên ku em wan nabînin û nas nakin biryara vê yekê didin. Gere tu li nava çavên mirovan binêrî û biaxivî, dest bidî wan, guh bidî dengê wan, wan hembêz bikî, hewce bike serê xwe deynî ser milê wan û bigirî. Jiyana xwe bike sade, tiştên ku te ji aliyê laş û rih ve aciz dike, tiştên te bi xwe ve girê didin, ji kirinên wisa dûr bikeve. Jiyaneke ji rêzê û sade jiyana herî sivik e. Jirêzêbûn dê te sivik bike.
Kurê min, ji bîr neke ku jiyanek û dinyayeke din mimkûn e. Ji bîr neke ku her tiştê li dinyayê ne yê me, emanetê nifşê dê piştî me bê ye. Kurê min, raza herî mezin a dinyayê mirov bixwe ye. Ji ber vê yekê divê em pirsa "Ez kî me?" bike û bi vê yekê bike ku dinyayê fêm bike. Fêmkirin çareserkirina razê ye. Her razên derdikevin pêşberî me divê em yek bi yek deriyên wan vekin. Gere em mejî, dil û zimanê jiyana xwe çêbikin. Kurê min, berî tu li heqîqetê bigerî li xwe bigere, bibîne, nas bike. Paşê li heqîqetê bigere, bibîne. Fêmkirina xwe ya heqîqetê teng neke, fireh bike. Di her tiştî de xwe, di her tiştî de heqîqetê tuyê bibînî. Bi tenê hîn bibe ku li kûrahiya wê binêre bes e.
Nexwe li ser rêya gera li heqîqetê em nikarin têbikoşin. Lêgerîna li heqîqetê ew e ku heta dawî mirov zor li sînoran bike.
Kurê min, pîvana heqîqetê jiyan bi xwe ye, lêgerîna wê jî li nav jiyanê çêdibe. Ji bîr neke kurê min, heta mirov ji xuyên vê dinyayê dûr nekevin mirov nikare vê dinyayê fêm bike. Mirov çawa bijîn, bi vî awayî difikirin.
Bi pirsîna pirsê tuyê nîvê rê temam bikî. Paşê kûr dîtin, wekî îbadetkirinê xwendin û xebat, mirov bisekine û çavdêriya dinyayê bike, û di dawiyê de jî fêm bike. Hem rêwîtiya te ya navxweyî, hem jî ya li derve divê li nav ahengekê (endaze) de be. Heqîqetê ne di hêz û quwetê de, di bidestxistina ahengê de bigere. Kurê min bila jiyana te bi exlaq be, ji bîr neke ku giyanewerên din jî bi te re şirîkê girtin û dayîna her nefesê ku tu didî û distînî ne. Kurê min bila peywira te ya bingehîn ew be ku di nav dilê mirovan de tu hezkirina ji mirovan hişyar bikî. Kurê min, tu bibe kesê hay ji wefayê heye, derdan diqurtîne, êşê dikewîne, pif li razan nake berevajî razan dadiqurtîne, razan vedişêre, yê tenêtiyê dizane... Tu jî çavên xwe veke û bibîne kurê min; rizgarker jî, çare jî tu bi xwe yî. Xwe û mirovan azad bike. Ger di zarokatiya xwe de min datlî parve nekira û me bi hev re nexwara, ger min xwe neavêta pişt faytonan, ger min li şaneşîna mala me bi stêrkan re xeber nedana, ger min guh nedana çîrokên kurdî, ger ez li ser wê nivîsa li ser zinar bimama û min tiştên di binê wê de nedîtina, ezê kêm bimama, ezê mezin nebama, ez dê hînê jiyan, heqîqet û xwe nebama. Ezê ji bo te qazaxek sor bikirim. Hindik maye em derkevin kifşa jiyana rastîn a derveyî jiyana ku li ser me dikin ferz, hindik ma em bi hev re bikevin rê. Kurê min ê delal Rober; ez te, birê te Robîn, hevrêya jiyana min, diya te Bûrçîn'ê bi hesret hembêz dikim. Bila rojbûna te pîroz be.
Notên wergêr:
* Serokê ÎHD'ya Amedê yê Berê. Niha li Amedê ji "Doza KCK'ê" girtî ye.
**Sûr li nava Amedê navçeyek e. Zemanên berê Amed tenê "li nava Sûran" bû, niha Sûr yek ji çar şaredariyên ser bixwe yên nava Amedê ye ku girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye.
***Ji bo nivîsa ku Erbey têde qala vê meseleyê dike:
- Ji bo zarok ji zimanê xwe yê zikmakî şerm nekin
**** Îlerîcî Gençlîk Dernegî (Komeleya Ciwanên Pêşverû), wan salan li herêma Amedê rêxistinek çalak bû.
Ev nivîs roja 29.12.2013'yan di rojnameya Radikal 2 de hatiye weşandin
Werger: Cemil Oguz