Diyarname
Xebatkarên Azadiya Welat ên Mêrsînê ku par hatibûn girtin îro danişîna wan hebû. Danişîna xebatkarên Azadiya Welat Ali Çat, Abdulcebbar Karabeg û Mehmet Şehap Demir li 8'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Edeneyê li dad ket. Danişîn ji bo 12'yê avrêlê hate betalkirin.
Bi îdîaya ku di dema Referandûma 12'yê Rezbera 2010'an de wan nehiştiye gel here cem sindoqê û dengê xwe bikar bîne ew hatibûn girtin. Xebatkaran û parêzerên wan parastina xwe kir.
Digel şahid hebûn jî dadgehê daxwaza wan a berdanê qebûl nekir û danişîn bi paş ve xist.
Daxwaza parastina kurdî ya xebatkarê Azadiya Welat hat redkirin
Her wiha li Îzmîrê jî danişîna doza xebatkarek din ê Azadiya Welat Abdulbeşîr Yapici hebû. Wî xwest bi kurdî parastin bike lê dadger bi hinceta "Ev ne helwestek siyasÎ ye lê ji ber ku zagon wisa ye em nikarin parastina kurdî qebûl bikin" parastina wî red kir.
Danişîna doza xebatkarê Rojnameya Azadiya Welatê yê Rihayê Abdulbesîr Yapici, bi hinceta di 2008'an de li Îzmîê daxwaznameyên "Birêz Ocalan" daye, bi îdîaya "Êndamtiya rêxistinê" hatiye vekirin, li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê hate dîtin. Yapici, di danişînê de got ku dixwaze bi kurdî parastin bike. Li ser vê yekê heyetê got, "Hate dîtin ku bersûc zimaneke ji bilî tirkî axivî. Ji ber sûc re hate gotin ku berî niha bi tirkî parastin kiriye û eger ew di kurdî de israr bike, parastina wî nayê girtin."
Ji ber ku Yapici, di parastina xwe de cardin kurdî axivî, heyetê gotina wî birî û wiha got: "Ev ne helwestek siyasî ye, lê ji ber ku zagon wisa ye em nikarin parastina kurdî qebûl bikin."
Piştre dîwanê biryar da ku ji bo îfadeya wî bê girtin Mehmet Emîn Yildiz ê di heman dozê de tê darizandin, bi darê zorê bînin danişînê û doz taloqê 16 gulanê kir.