QAMIŞLO
Koordînasyona her sê zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Zanîngeha Rojava, Zanîngeha Kobanî û Zanîngeha El-Şerq) şertên serlêdanê ji bo tomarkirinê ragihandibûn û serlêdanan 31`ê tîrmehê dest pê kiribû, heta niha 1500 xwendekarî serî li zanîngehan daye. Heta 30`ê gelawêjê/tebaxê dema serîlêdanan hat dirêjkirin.
Ezmûna qebûlkirinê dê 1’ê rezberê/îlonê û ezmûna ziman jî 2`yê rezberê li dar bikevin. Dê encamên ezmûnan jî di 9`ê rezberê de bên eşkerekirin.
SEDEMA DIRÊJKIRINÊ
Ji Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulrehman Dawê têkildarî sedema dirêjkirina dema tomarkirinê got: “Ji ber derengxistina radestkirina bawernameyên refa 12`an, me dema serlêdanê heta 31’ê gelawêjê dirêj kir.”
HEJMAR 1500'Î DERBAS KIR
Dawê da xuyakirin ku 4 navendên tomarkirina xwendekaran li herêman hene û wiha dewam kir: “Navendên me ji bo tomarkirinê li Qamişlo, Şehba, Reqa û Kobanî ne. Destpêkê serlêdan kêm bûn heta xwendekaran belgeyên xwe yên refa 12’an bi dest xistin. Lê niha baş e, hejmara xwendekarên tomarkirî ji hezar û 500’î derbas kiriye.”
Dawê têkildarî ezmûnên qebûlkirinê jî wiha axivî: “Heke xwendekarek pileya xwe qebûl nekir an jê bawer nebû, em ê ji nû ve li pêş wî sererast bikin û ji bo hemû materyalên hatine xwestin, dê ezmûnek bê çêkirin. Dê dema ezmûnê ji seat 10.00’an heta 13.20’an be.”
Sala xwendinê ya nû di her sê zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dê 10`ê kewçêrê/cotmehê dest pê bike.
Ji ANHA'yê hatiye girtin