Diyarname
Hunermerd Nuri Sesiguzel di 86 saliya xwe de mir.
Nuri Sesiguzel ku navê wê yê di nasnameyê de Nuri Kaçktaş bû di sala 1937'an de li gundê Karaotlak a Xelfetiya Rihayê hatibû dinê. Ew bi xwe kurd bû lê wî bi tirkî distra. Kêm stranên ku bi kurdî strabûn hebûn. Wekî stranbêjekî tirk bi nav û deng bûbû.
Sesiguzel di 14 saliya xwe de dest lê dana tembûrê kiribû. Di sala 1961'ê de di ezûma Radyoya Stenbolê de bi ser ket û wekî hunermendê radyoyê dest bi xebatê kir. Wî di jiyana xwe de li dor 300 palk çêkirin. Di sala 1963'yan de di nav fîlmên sînemayê de jî cih girt.
Sesiguzel îro destê sibê miriye. Cenazeyê wî sibê piştî nimêcê nîvro ji Camiya Teşvikiye dê bibin li Goristana Buyukçekmece defin bikin.


