logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  3. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  4. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
  5. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
news-details

Li ser “Derî Vekirî Bihêlin Wê Hechecik Vegerin” şêwir çêbû

  • Dîrok: 31/12/2020
  • Beş: Serbest

Amadekar: Endamên Koma Şêwra Amedê
Şêwra Koma xwendinê Ya Amedê vê carê romana "Derî Vekirî Bihêlin Wê Hechecîk Vegerin nirxandin.

Şêwir bi edîtoriya endama komê Mamoste Remziye dewam kir. Remziye bi xêrhatina komê û Nivîskar  dest bi axaftinê kir. Piştî xêrhatinê, Remziye qala Nivîskar û jiyana wî kir . Remziye got: ji xwe me berê jî romana Nivîskar Îrfan Amîda a "Şevek Şîzofren " xwendibû.

Piştî Remziye ji hevalên komê re got: kî mafê axaftina dixwaze bila ew dest bi nirxandinê bikin, rûsipiyê komê Ahmed Kanî dest bi axaftinê kir. Ahmed Kanî  got: gelek spas, nivîskarê me jî bi ma re ye, wek Mamoste Remziye jî got, me berê jî "Şevek Şîzofren " xwendibû. Êdî em dibînin romanên Mamoste taybetî ya wan bê tir romanên pîskolojîk in,yanî ev roman jî hema bibêje bi tarzek " Şevek Şîzofren " hatiye nivîsandininê ,ku romaneke pîskolojîk e,lê bêtir em kari bibêjin ku,jan û êşa kesê  ku li pişt sîperan, yanî ne raste rast di nav enya şer dane,li paş in,ya din belkî kesê di nav şerda bûn,lê îjar bêtir çîrok di nav çîrokê de heye,çîroka Seydxanko du xwişkê wî hene,,ku zarokên wa di nav şer dane,şerê xendekan ê li Nisêbînê ne. Yanî ê êş û kedera ê ku zarokên wan di nav şar dane,an hevjînê şerwanan di nav şer dane,Pîro ,xanima wî Zerga û keçika wî bi hev ra ne.  Di beşa pêşîn da Zerga û Şîlan  bi wan dest pê dike,em bêjin haletê ruhiyayê Zerga çiqasî perîşan e û çawa şiyar dibe ji xew û çawa Şîlanê tê li pêşberî wê,yanî rastî jî me go,ev roman kî wek pîskolojiya Karekteran pir xweş anî ye ziman. Lê ji min ra taybetî ya vê romanê bê tir wek gencîneya bêjeyên min nizanibûn,gelek peyv ez jê fêr bûm,di hêla peyvan de gelek dewlemende.Di hêla honandinê da, Hinek flajbek tê hene,lê ne pir wîsa ne,bi Karektera Zerga û keça wê dest pê dike. Lê di nava çîrokê de honandina  Çîroka Seydxanko û herdû xwuşkên wî ,xwuşka wî  ya Nesîme ye,Nesîme ji Zerga re çîroka malbata xwe dibêje, em bêjin wek desthilatdariya bavê bi rexneyan desthilatdariya bavik salarî rexne dike,vê ya bi çîrokê ve honandiye,çîrok di nav çîrokê da ye.

Wekî dinê jî " wekî "di romanê de gelek car bikar anîbû. 

Mamoste Ahmed di dawiya axaftina xwe de got: ez pir dirêj nakim,lê hinek kes dibêjin, roman ne herikbar e, lê li gor min ne ew qas jî giran bû.

Piştî axaftina Ahmed Kanî ,mamoste Remziye spasî ji mamoste Ahmed re kir û mahfê axaftinê da endama komê mamoste Seyhan.

Mamoste Seyhan  xêrhatina Nivîskar kir û dest bi axaftinê kir.

Seyhan got: Mamoste pirtûka te pîroz be!Pirtûka te  hî  nû ji qalikê xwe derketiye û gihaştiye destê me.

Birastî xwendina pirtûkê ji bo min hinekî bi zahmet hat,çawa zahmet hat? Mamoste Ahmed di dawiyê peyva xwe de got,hinekî mirov tê de dialiqe,birastî jî ji bo min jî ûsa bû. Hem di her rûpelî da zêde zêde, te xwestiye her peyva xwe bixemilîne,te xemilandiye jî elbet,yanî tiştê ku belbî ez nizanim jî derkete pêşberî min. Lê di xemlandinê da ,xwendin jî giran dikir,ya din xalbendî pir zêde xwendin giran dikir. Yanî li pişt her peyvê xal danî bû,xal danî bû, xal danî bûn.Dema mirov dixwend,  mirov jî  disekinî,bîhna xwe didan ,bîhna xwe didan, bîhna xwe didan.. bi vî yekî jî xwendin girantir dibû. Ya din mijar bûn. Zerîfa û Nesîma du xwuşk bûn.

Gava dest pê kir,gotin, emê çîroka xwe bibêjin,du xwuşkan û dê,. miraq bi min re çêkirin .. her dem balafirên şer derbas dibin,,yanî gava mirov dixwînin,meriv hizir diki kû ev pirtûk pirtûka şerekî ye,yanî ev pirtûk roja me ya îro ye,ewê tiştek derkeve holê,,lê heta rûpelê dawiyê jî mirov zêde tê nagihije wê encamê.. 

Erê di rûpelên dawî de em fêhm dikin şer ,şerê Nisêbînê ye,yê xendexan e,ew şervan derdiketin ,em wan  rewşan zanin elbet,rola wan şervanan jî pir dernekitiye, li malê hene,Sozdar heye,Şemsî heye,Mazlûm şervanek e.. li mala xwe ne,xwuya dikin,lê vedigşin, mirov  fahm nake,yan jî mi fêhm nekir ku nivîsar dixwaze ji me re çi bibêje! Çîroka vê pirtûkê çi ye? Gelo çîroka vê pirtûkê Seydxan û xwuşkên wî ne,? Yan çîrok çîroka şer e? Balafirên şer derbas dibin,herkes mala xwe bar dikin,.. Nesîma  naxwaze ji wur derkeve,diçe doqtor ,ji Diqtor re jî dibêje ,ev ax axa me ye,hûn ji vê derê herin.. van tiştana derdikevin holê,lê hinek tişt xwe xwuya nakin,mirov fêhm nake ev çîrok çi ye,ev pirtûk ji bo çi hatiye nivîsandin, mebesta pirtûkê çi ye,eger pirtûk çîroka Seydxan be, ev çîrok pir balkêş nîne,çiye ! Bav û bira li ser tiştên biçûk li hev xistine,ev tişt derdikevin holê,yanî kuştina însanan ewqas hêsan e! Yanî çi ye,di wê derê de şînek derdikeve holê, di nav şînê da ji bo tiştan li hev dixin,du bira û bav hêrsa xwe li ser kurê xwe derdixe û bi şaşî  kur ji ser banê xênî dikeve . Yanî çîrokeke, ,erê.. lê ji bo vê pirtûkê kare bibe mijar ? Ew jî tê nîqaşkirin . Em vegerin şerê xendekan, ew şer şerekî dijwar bû,li hemû deveran hebû,li Nisêbînê jî hebû,lê ew  çiqwasî derketibû holê, li gorî min ewqasî derneketbû holê. Yanî şervan yek bi yek derdiketin holê,lê wan şervanan çi dikirin ne diyar bû,mesela Zerga,Zerga ji Rojava hatibû,ji bo parastinê, lê hew çarekê qala hevjînê wê Pîro tê kirin. Ew jî gava Sîpan tê, dibê heval Pîro baş bû. Yanî wek me got,gelo,Îrfan Amîda xwestibû ji me re çi bibêje.. ez tê negihiştim çîroka romanê çi ye.

Seyhan got, ez naxwazim pir dirêj bikim, ez spasî ya xwe ji Îrfan Amîda re dikim.

Piştî Mamoste Seyhan , endamê komê  Mamoste Mem mahfê axaftinê kirt.

Mamoste Mem jî xêrhatin a hevalên komê û Nivîskar kir û dest bi axaftina xwe kir.  Ez jî naxwazim tiştên hevalan got ez dubare bikim,

Hema tiştên bala min kişandine ezê qala wan bikim. Serî da tiştê kû Seyhanê got,ez jî di wî fikra da me kû ev berhem hinek zahmet bû xwendina wê, xwe nedida xwendinê,ne diherikî, lê tiştê herî xweş ew bû ku zimanê wê, peyvê wê,gotinên wê,mamoste Îrfan gelek peyvên xweş bi kar anîbûn, xemilandin hebû pir zêde bûn,belkî xemilandina zêde jî, zêde zêde jî xwendina wê giran dikir. Peyvên gelekî xweş ê herema Mêrdînê tê de hatibûn bikaranîn . Di romanê de pir dengî jî hebûn,wek em bibêjin leheng nemaze bi xwe, bi dengê xwe diaxivîn. Ew pir dengî bi min tiştekî xweş bû. Wekî din tiştên kû kêfa min jê re dihat hema hema di pirtûk da tunebû ,kêm zêde  hema min heta aniha sed pirtûkên kurdî xwendine,piştî kû min ewqasî bi kurdî pirtûk xwendine, divê xwendina vê pirtûkê ji min ra ewqasî ne zahmet bûya,fehmkirina wê.. nemaze piroblemeke  lehenga hebû ,yanî leheng,di nava pirtûkê da,di nava atmosferê da,di nav mijarê da,di nava honakê da ,mîna kevirên di nav birincê da xwuya dibûn,wîsa req disekinîn,yanî ew leheng bi  liv û tevgerên xwe, bi axaftinên xwe, di nav romanê da bi cih nebûn,bi goşt û hestî nebûn,wîsa req disekinîn. Hema ji serî û heya binî em wan naskin,em çîroka wan nizanin . Mesela ,Zerga çima diçe çavdêriya Nesîma yê dike? Li gorî em tê digihijin ne aqreba ye,ne tiştekî wê ye,çima wê xemê dixwe, ? Belkî jl mihacireke ji Şengalê hatiye, em wê yekê nizanin. Qala Seydxanko dike,lê em nizanin Seydxanko çi kir,çawa bû,Seydxanko ji ser xênî dikeve, lê ez nizanim çawa bû,min ew jî fêhm nekir. Ez ne bawerim kû Seydxanko ji ser xênî ketibe û miribe jî. Em der heqê dê û bavê wî de jî tiştekî nizanin,jintiya Nesîma û qîza wê hene, lê em navê wan nizanin, ka çi dikin ew jî ne diyar e. Zinar kaxetekê dixe destê Hêlînê,dibêje vê bide  hevalan,lê Hêlînê dibê,heval meval li vir tunene.

Sofî kîsik hinekî serpêhatî ya navê wî tê kirin, wekî din em di heqê wî de tiştekî nizanin . Ew perda ewil, metirsiya li ser Zerga û Şîlanê hinekî mere bi kelecan dikir,wek tiştekî asayî qewimî be,ka ewê çi bibe, dawiya wê tiştek nabe. Nivîskar xwestiye atmosferaka şer çê bike,lê atmosfereke şer tuneye,gelek ji rêzê te,elîqopter tê,teqînek çê nebû,tiştek nebû. Bi min di aliyê mekan da jî promlem hebû,qala Nisêbîn dibe,lê qala çend mala dike,mîna gundekî biçûk,wek çend malbat hene. Di romanê da aksiyonek tunebû,tiştekî meraqa me re cezb bike tunebû  herikbarî kêm bû.

Çîrokek vê romanê tunebû, ji bo wê jî hefteyek din ewê di hişê mirov da nemîne.Li gor min tu wan peyvên xweş û xemilandî ji romanê derxe ,tiştek di romanê de namîne,spasiya we dikim ji bo we gohdarî ya min kir

Piştî Mem endama komê mamoste  Selehat dest bi axaftina xwe kir . Selehat jî ji hevalên komê re û Nivîskar re got silav ji we re,piştî demekê ez dîsa tevlî  hevalan bûme,ez bi hatina we ya komê re kêyfxweş bû me.

Selehat got: Hevalan got pirtûk giran bû,ne herikbar bû,yan jî me fahm nekir,.. ez aniha difikirim,gelo min xelet fahm kir,yan jî min di mejiyê xwe de pirtûkek nû afirand,ez hinek şaş mam ez wîsa bêjim. Li gor min di pirtûkê da gelek tişt hebûn. Belkî jî ji ber ez ji wan pirtûkan hez dikim . Ê derûnî,yan jî ez bi dû ê derûnî dikevim,ew bêtir bala min digşînin,birastî pir kêfa min ji pirtûkê re hat . Tenê tiştê ez tê de aliqîm,peyvên berê min nebihîstibûn tê de hebûn,ew hinekî xwendina min giran dikir.

 Ez bêm ser pirtûkê,bi xwe çîrokek wê tuneye,feqet gelek çîrok bi çîrokan ve dinixomîne. Yanî çîrokek nîne,çîroka Zerga heye,çîroka Nesîma ayrî heye,çîroka wan kolanan heye. Mesela metefora derî hatibû bikaranîn,fikirîm gelo ji bo çi derî hatibû bikaranîn ! Çunkî di romanan da derî  ji bo gelek tiştan tê bikaranîn, li gor min, derî yan jî şemûka derî ,wek jiyanek nû,wek çavrêyek,jiyanek ji derve û ya di hundir da jî. Ê ku der û hundir ji hev diqetandin jî derî bû,deriyê hewşê bû,hertim deriyê hewşe vekirî dima jî,lê Zerga du kilît li derî dixistin, ew jî ji min re bû meraq. Me zani bû derî ji bo hechecîkan vekirî dihêlin.

Mesela nêrîna jintiya Nesîma yê diyarbû,ê ku ji Şengalê tên çawa nêzîk dibin,wek ê Misilman bin çawa li ê êzîd dinerin.

Li gor min çîroka Seydxanko ne hew çîroka bav û law bû,wek bav îkdîdar ,wek desthilatdar dihat bikaranîn, min wîsa fahm kir. Qala şer kî tê kirin,gelo ev şer şerê îktîdarê bû,îktîdar dibe du perçe,zarên xwe diavêtin nav agir...

Deng pir metalîk bûn,dengê Mazlûm jî pir metalîk bû,wek makîneye. Wek hesta dengan namîne,hişk dibe,çunkî wexta derî jî tê girtin û vekirin dendê zingarî, wek ew deng jî êdî xerabe ye. Birastî herî zêde beşa xalê Osman bala min kişand,çunkî axafinên  gelek kûr hebûn,li gor Karekter, em nizanin yekî çawa ye, gelo ji bo çi ji Stenbolê vegeriya ye qada şer,li gorî min ne yekî vala ye.

Sofî kîsik jî,axaftinên wî li gorî hereketên wî bûn, li gorî min Karekter û tevgerên wan li gorî hev bûn. Nivîskar di romanên xwe de bizmar bi kar tîne,bizmar vê carê bi dîwar de vala ma ye,gelo Nivîskar xwestibû çi bibêje? Mijara hechecîkan jî bala min kişand,hechecîk li hêlîna xwe vedigerin. Hechecîk li Ferqînê pîroz bûn.. mamoste her tim xwestiye derî vekirî bihêlin,lê derî hatibû girtin, hêvî şikestîbûn, xwezî derî nehatibana girtin! Ewqas, dest û dilê mamoste sax bin!

Piştî axaftina Selahat , endamê komê Mamoste Huseyîn dest bi axaftina xwe kir û bi vî hawî domand ! 

Silav! Merheba ji we ra!

Bi xêrhatina mamoste Îrfan jî dikim. Belê,ev romaneke pîskolojîk e,wek mamoste Ahmed jî got.. lê belê bi ya min ez bo bi dilekî safî dibêjim,sankî mamoste ceribandinek di vir da kiriye, yanî bi temamî pîskolojîk nîne,tarzeka dinê jî derxistiye holê. Pirî zahmet bû, min jî neqedand,min encamek jê dernexist,beşa sisê û heyşt biçekî li gor ê din herikbar bûn.. peyvên gelekî xweş tê de hebûn.. li gorî romana " Şevek Şîzofren " peyam pir tê de tunebûn,di vê romanê de peyam  hew hêvî û sebir hebû .. ez jî spasî ji mamoste Îrfan  re dikim.

Piştî mamoste Huseyîn Remziye mahfê axaftina da mamoste Xecê,lê Ji ber Xecê li başûr bû pirtûk bi dest nexistibû û nirxandin nekir.

Endama komê Xezal mahfê axaftinê xwest û wîsa dest bi axaftina xwe kir.

Ez jî Nivîskar pîroz dikim ji bo vê kitêbê û ez yekemcar Îrfan Amîda dixwînim,berê ez ne di komê de bûm,min Şevek Şîzofren nexwendiye. Ez jî naxwazim hinek gotina dubare bikim,lê bi rastî jî vegotina bûyerê bi min zor dihat fêhm kirin . Heta hinek diyalog hebûn, min fêhm ne dikir,min dîsa dixwend, ew jî kêmasiya min bû. Peyva min hez dikir û bi wate gelek bûn,ji aliyê ziman de gelek dewlemend bû. Roman pîskolojîk e,ewqas,spas ji te re mamoste Îrfan .

Piştî Xezal mamoste Mirad dest bi nirxandina romanê kir û wîsa domand ! 

Mamoste Îrfan tu bi xêr hatiye,ser çavan hatiye.  Diyare me gişan ji hev cuda fêhm kiriye, lê tiştê xirab min tiştek fêhm nekiriye. Ez tevlî bûm, ka wan çi fêhm kiriye . Heya nîvê pirtûkê jî, li ser Karekteran hûr dibûm,li ser bûyeran hûr dibûm,ka wê kî bi çi bê girêdan,lê pirtûk bi nêvî jî bû,min tiştek bi dest nexist,ez westiyam,min tiştek bi tiştekî têkildar nekir. Min go dibe Nivîskar gotibe,ez ne mecbûr im hertiştî vebêjim. Diyar bû hinek kodê nivîsê hebûn,lê ez tê negihiştim ew çi bûn . Heval gelek tişt tê de gihiştine,min ji wan sûd girt . Ev bîst sale ez bê navber pirtûkên kurdî dixwînim,lê pirtûka herî giran û ez tê negihiştim ev pirtûk bû! Dema min pirtûk qedand,ez negihiştim tu encamê. Dibe ku nivîskar tarzek nû di kurdî de  diceribîne ,em hînî vê xwendina nebûne.

Eger mamoste qal bike ezê kêfxweş bibim,spasiya mamoste dikim,mala wî ava be.

Remziye got:  em ji mêvanê komê Şêrko re dibên,tu jî bixêr hatiye,  tu kare dest bi axaftina xwe bike.

Şêrko jî ji bo mahzûbaniya komê malavayî xwest û xwe da nasîn! Ez ji koma Vejînê tevlî dibim ji Mêrdînê. Min pirtûk neqedan,ji ber wê jî ez nikarim pir qala pirtûkê bikim . Li gor şîroveyê hevalan ez dixwazim hinek tiştan bibêjim. Hevalkî got,çîrok tuneye,mijara mekan got,xemilandina peyvan got,ji xwe pirtûkên Nivîskar de xemilandin heye,peyvên li beriya Merdînê û li derdorê li ber mirinê ne hatine bikaranîn . Lê ez dixwazim li ser çîrokan bisekinim,anûka heya cê ez hatime,balafir difirin, lê hewce nakin ku, ez zanibim şerek heye, ya jl jî Nivîskar di dawiya pirtûkê da bibêje şerek heye. Hinik kodê biçûk hene,hewce nake ji mere re bê gotin û mere fahm bike. Ez pênûsa Îrfan Amîda nas dikim,ji ber min du romanên wî yê din jî xwendine. Ez dibêm em kurd tiral in,hema çi hebe bila rasta rast bê gotin,lê di edebiyata cîhanê de êdî bi vî hawî tê nivîsandin . Ez dibêm bi tarzek postmodern hatiye nivîsandin . Di edebiyata dinyê de gelek bi vê tarza lê dikin. Spas ji bo we mahfê axaftinê da me.

Remziye mahfê axaftinê da endama komê Neslîhan,lê Neslîhan got,min pirtûk xwendiye,feqet ez naxwazim şîrove bikim.

Piştî endamên komê şîroveyên xwe kirin,Remziye got: Ez jî çend gotinan bikim û mahfê axaftinê bidim mamoste  Îrfan Amîda.

Remziye spasiya xwe ji hevalên komê kir û wîsa dewam  kir. Ji xwe ev Roman pêşniyariya min bû ,min got ezê bi kêyfxweşî bixwînim,lê mixabin ez di şînê de bûm û min pir ji xwendina wê fêhm nekir, lê piştî min li hevalan jî gohdarî kir,ez tê gihiştim pirsgirêk ne hew ji min bû,ji xwe hevalan jî got,roman hinekî xwendina wê zahmet bû. Ez nizanim Nivîskar vê carê tarzek nû ceribandibû,li gorî min ne wek " Şevek Şîzofren bi tahm bû ,belkî jî ne li gorî dilê xwîneran bû. Di romanê de qala Şerê Nisêbîn hatibû kirin,li me şer nedî. Em bibêjin  Karekterê romanê Mazlûm,Sozdar şervan bûn,lê wek mirovên ji rêzê bûn. Kelecan tune bû. Nesîma û Zerîfa xwuşkên hevdû bûn,her yek li taxe kê bûn,lê nikaribûn biçûna cem hevdû,ev jî xemgînî bi mirov re çê dikir. Gotinên pêşiyan tê de hebûn lê bi tarzek din hatibûn bikaranîn . Qala hêrahî yê hatibû kirin,ew jî xweş bû,qala hechecîkan hatibû kirin,erê hechecîk ji bo me pîroz in ! Ez jî pir dirêj nekim û spas dikim ji bo te bi sebir li me gohdarî kir Mamoste Îrfan, kerem ke mahfê axaftinê ê te ye.

Mamoste Îrfan jî got: ez gelekî li ser vê romanê fikirîm,gelo ez bi vî hawî binivîsim,min ji gelek kesan pirsî,dibe ku ez bi ser jî neketibim,ji xwe gelek hevalan jî got çîroka vê romanê tune ye,Karekter jî ê qiraxê ne,li gorî min navend jî vala ye,ji xwe ev roman jî pirsgirêkek e,tê ji ku vegere bigêje navendê, ji xwe min jî ev xwestiye.

Di dawiya şêwrê de mamoste Îrfan got: min berî çapê ev dosya bi pênç şeş kesan da xwendin û li dûre çapa wê kir.

Piştî mamoste Îrfan jî peyva xwe qedand, şêwir bi dawî bû.

**

 Şêwra Koma Xwendinê Ya Amedê

 Roman: Derî Vekirî Bihêlin Wê Hechecîk Vegerin!

 Nivîskar: Îrfan  Amîda

Weşanxane: Lîs


Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

H. Kovan Baqî: …dayikekê didirû ji dengê min re

news

Em hejmara çapkirina 386 pirtûkan derxin 10 qatên wê

news

diyarname podcast Claudette Colvin ku di 86 saliya xwe de mir çi kiribû?

news

diyarname podcast#diyarname Nivîskarê navdar Daniken mir #booktok #pirtûk #pirtûkênkurdî #books #

news

Sîtav bi berhemên xwe amade ye

news

Sînorên nav kurdan, sînorê Belçîka-Hollandayê

news

H. Kovan Baqî: Pelê darê û nefesa bê

news

Hogir Berbir: Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

news

DILDAya Selahattin Demirtaşî

news

Diyarname çand Nûçe #news Kovara Dilop

news

Berhem-Yaşar Eroğlu: 'Kula Faykeyê Spî' derket

news

Dilşêr Bêwar: Nezanîn

news

Cemil Oguz: 1992 – 2003 – 2012 – 2025

news

‘Landayî Helbest û Stranên Jinên Peştonî’ bi kurdî hat weşandin #diyarname #diyarname20salîye

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 02 06 2026

QEREÇÎ; Aşiq-Roman-Çingene

news
  • 01 06 2026

Muzîk, Hişê Çêkirî û Kurdî: Li ser van mijaran çend gale gal

news
  • 30 05 2026

Çûyîna Bavo ya Hecê!

news
  • 25 05 2026

Di 'Dirindeyên Hesinî' de helbest, hêma, sembol û tiştên din

news
  • 24 05 2026

The Mist (Mija Kujer), rastî û windabûna hişmendiyê (Bi nêrîneke derûnkolînerî li ser rewşa kurdan)

news
  • 21 05 2026

Kurdan di 2 rojan de 4, di 6 mehan de nêzî 10 komeleyên kurdî vekirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Sal 1981: Çîroka 'Kurê Q...'

ad

'Lîsteya Schindler' piştî 25 salan dîsa dikeve vîzyonê

ad

Aqûbet li serê Tirkiyeyê be

ad

Platforma Ekolojiyê: Bi destê walîtiyê û cerdevanan xweza tê talankirin

ad

Pirtûk û nivîskarên kurd diçin Wanê

ad

FFÎ cezayek mezin li Juventusê birî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe

  • 04 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname