Diyarname
Weşanxaneya Peywendê ku ji sala 2013'an ve bi kurdî weşana xwe dike niha dest guhart û êdî xwediyê wê Xalid Sadinî ye.
Weşanxaneya Peywendê di sala 2013'an de ji aliyê çend hezkiriyên zimanê kurdî ve hat avakirin. Peywendê di serî de nivîskarên wekî Helîm Yûsiv, Abdulla Peşêw, Hesenê Metê, Remezan Alan girtin bin banê xwe, pirtûkên wan weşandin û bi vê yekê bal kişandin ser xwe. Her wiha bi xebata xwe û pirtûkên weşandin di nav weşangeriya kurdî de cihek muhîm bi dest xist. Lê niha rêveberiya weşanxaneyê dest guhart.
Di vê serdema ku xwediyên weşanxaneyê xwestin weşanxaneyê dewr bikin de nivîskar Xalid Sadinî ligel wan dan û stand kir û weşanxane dewr gitti.
Desteye Reveber a Peywendê bi daxuyaniyeke destguhartina weşanxaneyê ragihand. Di daxuyaniyê de wisa gotin, "Em wekî xwedî û kedkarên Peywendê yên berê pêşî ji nivîskar û xwendevanên Peywendê re sipasiyên xwe pêşkêş dikin ku Peywend bi saya wan gihîşt îro. Gelek kesên çi madî, çi manewî destek dane me. Ji mehû kesên ku keda wan ketiye nava Peywendê em sipasiya xwe pêşkêş dikin."
Heta niha navenda Peywendê li Stenbolê bû. Nivîskar Xalid Sadinî ku weşanxane kirî dê li Wanê ligel hin hevalên xwe xebata weşanxaneyê bidomîne.