Diyarname
Vê hefteyê yek ji Tirkiyeyê du biyanî sê fîlmên bi navê Frozen, Şrek û Pus ketin vîzyonê.
Di vê dema ku em êdî dikevin havînê û êdî vîzyona fîlman ber bi feqîriyê diçe ve tenê sê fîlm ketin vîzyonê. Ji wan yek jê ji Tirkiyeyê ye.
Vane fîlmên hefteyê:
Pus
Derhêner: Tayfun Pirselimoglu
Lîstikvan: Ruhi Sarı, Nurcan Ulger, Mehmet Avcı, Bahar Yanılmaz
Reşat ku li atolyeya DVD'yên korsan de dixebite ciwanekî ye xwedî pirsgirêkên mejiyê ye.Reşat ku nikare têkiliyê bi mirovan re deyne, ji keçikeke hez dike. Ew keçik li heman avahiyê dixebite lê Reşat nikare here pêre têkilî deyne. Hevalê patronê wî Celal ku di nav karên qirêj de ye û carinan tê atolyeyê bala Reşat kişandiye. Ew tê kuştin, wê rojê jiyana Reşat diguhere.
***
Frozen
Derhêner: Adam Green
Lîstikvan: Emma Bell, Shawn Ashmore, Kevin Zegers, Ed Ackerman
Sê snowboardkar, piştî ku hewa tarî dibe û ronahiyên ewlehiyê yên pîstê têne vemirandin ew ji erd ciheke bilind, li ser teleskê dimînin û kabûs dest pê dike. Li navenda xwe gêrkirinê de, bi tarîtiyê de re cemed dest pê dike. Ew ji bo xwe ji qirufînê rizgar bikin serî li rêyên gelek ecêb didin.
****
Shrek Forever After
Derhêner: Mike Mitchell
Yên ku deng dane: Mike Myers, Eddie Murphy, Cameron Diaz, Antonio Banderas
Vê carê beşeke din a Şrekê derdikeve vîzyonê û kesên navdar deng daye vê anîmasyonê. Li Welatekî Dûr ku Rumpelstiltskin lê qral e de cinawirên kesk bûne nêçîr. Piştî vê Şrek ji bo hemû dostên xwe yên ku ji ber safîtiya xwe winda kirine dîsa bi dest bixe û bigihîne hezkiriya xwe divê gavê nû bavêjin. Her tişt girêdayî wî ye.