Diyarname
Hunermenda kolombiyayî Shakira ku bi Piuqe re dijî, dê bibe dayik.
Shakiraya ji Kolombiya û lîstikvanê Barselanoayê Gerard Pique ji adara 2011'an ve bi hev re ne. Niha hate diyarkirin ku dê zarokek wan çêbe.
Ji ber vê yekê Shakira bi rêya înternetê ragihand ku dê beşdarî Festîvala Radio Muzîk a iHeartê ku vê 21-22'yê mehê li dar dikeve nebe.
Bavê Shakira William Mubarek ku ev xeber gihîştiye wî jî diyar kiriye ku gelek bi heyecan e.
Hunermenda navdar Shakira 35 salî, hezkiriyê wê Pique jî di 25 saliya xwe de ye. Ev sal û nîvekê ye ew bi hev re dijîn.