Diyarname
DTP'a Dêrsimê piştî eşkerekirina berendama xwe ya ji bo şaredariyê niha jî malpereke vekir.
Malpera berendama şaredariyê ya DTP'a Dêrsimê agahiyên li ser hilbijartinê, agahiyên li ser xebatên ku dê bikin, dê çawa bikin hatine bi cih kirin.
Malpera ku li ser navnîşana "www.dtpdersim.com" kar dike, dê rojên pêş de hemû agahiyên li ser berendama Dêrsimê ya DTP'ê û berendamên din ên DTP'ê pêşkêş bike.
Wekî notek: Berendama şaredariya ya DTP'ê ya Dêrsimê Edîbe Şahin e. Şahin tevî Hevseroka DTP'ê Emîne Ayna, mebûsê DTP'ê yê Dêrsimê Şerafettin Halis, mebûsên jin ên DTP'ê dê 7'ê vê mehê li Dêrsimê derkevin pêşberî gel û nasandineke pêk bê.
Ji bo kesên bixwazin dikarin agahiyên berfireh ên li ser vê yekê li malperê binêrin.


