Diyarname
Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê (TYB) her sal Xelata Azadiya Ramanê dide kes û saziyên rastî doz û zehmetiyan tên. TYB'ê di warê sazî de îsal ev xelat da Weşanxaneya Avestayê. Xwediyê Weşanên Avestayê Abdullah Keskin li Fûara Pirtûkan a Stenbolê bi merasimek xelata xwe ji destê Serokê TYB'ê Kenan Kocaturk grit.
TYB'ê di warê kesan de xelat da Gerînendeyê Weşanê yê Odatv.com Bariş Pehlivan û Midûrê Odatv Bariş Terkoglu. Di warê pirtûkfiroşiyê ku yên kedê didin de jî da Ozan Sanatevî.
Weşanên Avestayê di sala 1995'an de hate avakirin. Ji wê rojê de di bin dor 50 beşî de li dor 700 pirtûkî çap kirine.
Di salên dawî de li Tirkiyeyê carek din pirtûk têne qedexekirin ku ji vê yekê Avestayê jî para xwe girtiye. Di navbera salên 2018-19'an de li dor 14 pirtûkên Avestayê ji aliyê dadgehên cur bi cur ve hatin qedexikirin.
Xwediyê Weşanên Avestayê Abdullah Keskîn piştî xelata xwe girt axaftina sipasiyê kir. Keskîn diyar kir ku di salên destpêka weşanxaneyê de li dor 20 kitêbên wan hatine qedexekirin lê wan tu demê ev dernexistiye pêş ji ber ku gelek karên ku wan bikira hebûn.
Keskîn bal kişand ser pirtûkên wan ên van salan têne qedexekirin jî û mînakên balkêş dan. Keskîn wekî mînak got ku li cihek dema bi ser malek de digirin, li wir pirtûkên wan dibînin, bi vê re dadgeh pirtûkê jî qedexe dikin. Xwediyê Avestayê Abdullah Keskîn diyar kir ku ev yek tiştek sosret e û got ku wan ji dadgerên berê jî mesele pirsiye, wan bi xwe jî ev qedexeyên niha fêm nekirine.
Keskîn di dawiyê de got ku ew vê xelatê diyarî Ekrem Yaşli (li Çanakkaleyê ji ber ku kurdî axiviye der xwarine) û diyarî Şîrîn Tosun dike (li Sakaryayê ji ber kurdî axivîbû rastî lînckirinê hatibû û di encamê de piştî 50 rojên li nexweşxaneyê miribû) dike.
**
Li ser Fûarê Nûçeyên Eleqedar:
- Gotûbêjek li ser dengbêjiyê li benda we ye
- Agahiyên herî nû: Li Tirkiyeyê rewşa xwendinê
- Nivîskar Ozyalçiner: 'Pirtûk hebin fikrên azad çêdibin'
- Panel, gotûbêj û çalakiyên din ên li Fûarê
- Weşanxaneyên kurd ên dê li Stenbolê standê vekin diyar bûn
- Mêvanê rûmetê yê Fûara Pirtûkan diyar bû