Diyarname
Du pirtûkên nivîskar Şahinê Bekirê Soreklî ji nû ve li Stenbolê hatin çapkirin û ew jî dê ji bo gotûbêj û îmzekirina pirtûkan li Stenbolê be.
'Destana Derwêşê Evdî'
Pirtûka "Destana Derwêşê Evdî" ku nivîskar Şahînê Bekirê Soreklî amade kiriye ji Weşanên Şemalê derket.
Ev şêweya destana Dewrêşê Evdî ji aliyê dengbêj Baqî Xidir (Baqî Xido) ve hatiye gotin û Soreklî ew ji bo çapê amade kiriye.
Li ser vê Soreklî wisa dibêje: "Berhem dawiya sala 1987'an de li ser kasêtan hatibû tomarkirin û ji Kobanî ji min re hatibû şandin. Baqî li herêma Kobanîyê û Deşta Sirûcê bi nav û deng bû. Ew di sala 1918'an de li gundê Şêranê yê li rojhilatê Kobanîyê ji dayik bûbû. Baqî çîrokbêj û dengbêjekî berhemên kevnar bû, yek ji wan dengbêjên kurmancan bû, ku dikaribû bi dirêjiya şevê stran bigotana. Wekî dihêt zanîn, strana Dewrêşê Evdî bi gelek babetan di nav kurdan de dihêt gotin. Şêweya li pêş yek ji wan e, lê dîsa ragihînim ku di kasêtên gihîştine min de destan wekî serpêhatî hatibû gotin, ne wekî stran. Min nivîsandina vê destana bi nerx grîng dît, ne tenê da ku serpêhatî, yan va babetê wê, bi şêweyeke nivîskî bê parastin, lê her wiha bi hêviya ku ev babet gotina serpêhatiyê di nav xwe de şêweya axaftina kurmancî ya daniştvanên herêmeke mezin ku deverên Kobanîyê, Deyşta Sirûcê û Rihayê digire, biparêze."
"Helbestên ji dil"
Pirtûka din a Soreklî ku ji Şemalê derketiye jî pirtûka helbestan e û bi navê "Helbestên Ji Dil" hatiye weşandin. Di pêşgotina pirtûkê de Soreklî meseleya weşandina vê pirtûkê jî wisa zelal kiriye: "Komeke ji helbestên min cara yekemîn sal 1990 hatibû weşandin: Jana Heft Salan, Enstîtuya Kurdî ya Bruksel, 1990. Helbestên di vê pirtûkê de, çend helbestên bijarte ne tê de, hemî di navbera sal 1990 û 2019 de hatine nivîsandin. Pirraniya helbestên di nav vê komê de xwe bêtir dispêrin zihniyeta min ya îroyîn. Hêvîdar im xwendevan wan balkêş bibînin û bi weşandina wan sûd bigihê wêjeya kurdî."
Gotûbêj û îmze
Niha bi beşdariya nivîskar Soreklî dê gotûbêj û îmzekirina pirtûkan li dar bikeve. Gotûbêja yekem ji aliyê Chalak Events ve bi hevkariya Weqfa Îsmaîl Beşîkçî tê organîzekirin. Çalakiya ku dê rojnameger Salihê Kevirbirî moderatoriya wê bike dê li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ya li Stenbolê li dar bikeve. Çalakî 7'ê vê mehê saet 17'an de ye. Her wiha 10'ê mehê jî saet 15'an de ew dê li Medya Kîtapevî be ku ew jî li ser Kolana Îstîklala Beyogluyê li Pasaja Elhamra ye. Di her çalakiyan de jî Soreklî dê sohbetê bike û paşê pirtûkên xwe îmze bike.
**
Têbiniya Diyarnameyê: Heta niha li ser hemû pirtûkên nivîskar wekî "Şahînê Bekirê Soreklî" hatibûn nivîsîn, di her du pirtûkên niha ji Şemalê derketin û di daxuyaniya gotûbêjê ku ji me re hatiye de wekî "Shahîn Bekir Soreklî" hatiye nivîsîn, me nizanî kîjan rastir e û êdî kîjanê bikar tîne, me gor xwe saz kir.


