John McCain temam e, Clinton û Obama di þer de ne
Diyarname
Di pêþhilbijartina li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de senator John McCain li eyaletên Texas, Ohio, Vermont û Rhode Ýsland de jî bi ser ket û berendamtiya wî ya ji bo hilbijartina serokatiya DYA'ya ya di meha sermaweza 2008'an de diyar bû.
John McCain berendamê din Mike Huckabee têk bir. McCain ku gihîþt hejmara 1191 delegeyan berendamtiya xwe, Mike Huckabee jî têkçûna xwe eþkere kir. McCain piþtî diyarbûna berendamtiya wî ya ji bo serokatiya DYA'ye got: "Pêþbaziya ji bo serokatiya ya bingehîn niha dest pe dike."
Di eniya demokratan de Barack Obama li pêþ bû û di pêþhilbijartina îro ya eyaletên Texas, Ohio, Rhode Ýsland de ger Obama bi ser biketa dê berendamtiya wî jî diyar bibe lê berendama demokratan a din Hillary Clinton bi ser ket. Digel vê yekê jî di warê hejmara delegeyan de Obama hê li pêþ Clinton e û bi vî rengî di eniya demokratan de ji bo berendamtiya serokatiya DYA'yê pêþbazî hê di navbera Obama û Clinton de berdewam e.