Berfîn Dîcle
Vê sibê, min çavê xwe li twîterê gerand. Qet naÅŸibe facebokê. Heger mirov her du medyayên civakî bi taybetmendiyên endamên wan û bi peyamên li ser têne nivîsandin, kategorîze bike gelek ji hev cuda ne!
Endamên twîtterê, pir çalak û ÅŸopînerên rojevê ne! Endamên wan, bi piranî heman kes bin jî; enerjiya xwe ji bo twitterê xerc dikin!
Rojnamegerek qala nijadperest û xwedê giravî demokratan kiribû! Pir nivîsek baldar bû. Mijar li ser xelqê Sûrî yên penaber û piÅŸtperdeyên oldar bûn! Bi hezaran ÅŸîrove li bin hatibûn kirin!
Min, ji meraqan çend ji wan ÅŸîroveyan xwendin!
Di hemû ÅŸîroveyên min xwendin de, heqaret û çêr hene. Tuyê bêjî qey; her yek ji wan li welatekî ne û her welat jî li ser parçeyek erdnîgariyê ye. Ew ê tu car neyên cem hev û çav bi hev û din nekevin! Heger bêhemdî ber bi hev bikevin jî ew ê goÅŸtê canên hev bînin xwarê!
Xulqê wan ji hevûdin re teng e. Bê raman û feraset in! Awê ji tiÅŸtên nedîtbar re bi rêz û hez in, tiÅŸtên dîtbarî ne di xema wan de ne!
Li hemberê zilm û zora li ber çavên wan tên kirin, ker û kor û lal in! Lê; bi heft destan, tiÅŸtên ku bi qandî serê misqalekê jî ji wan ve nexuya ye, girtine û bernadin!
Fizîkzan Nicola Tesla, wiha gotiye:
Kesên, mishefên pîroz xwendine û bîrbirine, bûne ateîst.
Ê xwendine û tiÅŸtek bîrnebirine, bûne oldar.
Û ê bê xwendin baweriya xwe pê anîne jî bûne "yobaz"!
Gava min gotinên Nicolayê dahî wergerandin kurdî di, ferhengê de li peyva "yobaz" ê geriyam. Ji bo yobaz ê dibêje: bawerîhiÅŸk, bawerîhiÅŸkî...
Heger vê peyvê di hevokekê de bikar bînim: Serhed yekî bawerîhiÅŸk e!
An jî hevokek din: BawerîhiÅŸkan tu tahm di civatê de nehiÅŸtine!
Dilê meriv (dilê min, ez bi dilê kesî nizanim), li vê bêjeyê ronî nade!
Hema dilê min heye ez ji kesên bi kurdî dizanin, wekî kesên li hemberî misfehên pîroz hatine qategorîzekirin, ji hev biqetînim!
Kesên li ferheng û pirtûkan dinêrin; heger, peyvên çêkirî û ê resen ji hev û din biqetînin û ên resen di nivîs û axaftinên xwe de bikar bînin, dibin zimanzan!
Kesên hema di ferhengê de çi peyv dîtin û di nivîs û axaftinên xwe de heta êdî tu tiÅŸtek ji wan neyên fêmkirin, bikaranîn dibin zanyarê kurdiya akademîk!
Û kesên ku tenê bi ferhenga dê û bavê xwe diaxifin jî dibin kurdîzanên devokî an jî heremî û rojane!
Helbet; kesên ferheng û pirtûkên kurdî tomarkirine û danîne ber destên xwendevanan, evdên ji rêzê ne!
Lê; nizam çima ew xwedayê min ê rebilalemîn, hucre û atomên ku bi mîqroskobên, tiÅŸtekî bi hezaran caran mezin dikin li wan dinêrî, ew qas bi pîrûpergalek zelal afirandiye û tav û gilovera dinyaya, bi çapên xwe yên, bi mîlyon kilometreyî hene, wisa bi esmên ve girêdayî afirandiye, lê gava dor hatiye ser misfehên wî yên pîroz, hema ji serê xwe dehf kiriye?
Ev mishef, ne zû bi zû têne xwendin, ne jî bi xwendinek ji rêzê kes pê têdigihîje! Xwezî; bi zimanê hemû gelan û bi hesanî bihata fêmkirin biafirandina!
**
Nivîsên Berfîn Dîcle yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weÅŸandin: