Diyarname
Îro rojbûna helbestvan û nivîskarê kurd Çerkezê Reş bû. Çerkezê reş ku di sala 2008'an de ji nava me bar kir, di vê rojbûna wî de li ser tora civakî gelek peyam hatin belavkirin. Me ew peyam dan hev.
Li aliyê din ji bo Çerkezê Reş blogek hat vekirin û di blogê de nivîsên wî û nivîsên li ser wî, her wiha helbestên wî bêne belavkirin.
Peyamên ku ji bo rojbûna wî hatin belavkirin ev in:
- Rojnameger Mutlu Çivilioglu:
Îro rojbûna zimanzan, helbestvan û wergerê mezin yê Kurdan Dr. Çerkezê Reş e. Çerkezê Reş di temenê xwe yê kin de ew qas karên girîng kirine, berhemên bedew afirandine ku îro jî em bi wan serbilind dibin.
Werin em bi hev re roja dayikbûna Çerkezê Reş ji zarokên wî re, ji kulfeta wî re û ji bîra û xwişkên wî re û hemî malbata wî re û her wiha ji gelê kurd re bimbarek û pîroz bikin.
Gorbihuşt Çerkezê Reş dengê Gulistan Perwer pir hez dikir. Loma bi vê sitranê em wî bi bîr tînin û rêz û hezkirina xwe raberî wî dikin.
- Nivîskar Eskere Boyik:
Heyf, Ҫerkezȇ me yê Reș zû xatir ji emir xwest. Ew nava rewșenbȋriya Kurdȇ Sovȇtȇ da yȇ herȋ gȇnc bû… Wî karibû hȇ gelek berhemȇn giranbiha ji pey xwe bihȋșta. Gelek xwestin, xewn û xiyal nȋvcȋ hȋșt.
Lȇ ҫi jȋ pey wȋ ma xizneke zȇrȋn e nava edebyeta kurdȋ da.
Nûrê Cewarî
- Mezintaya Cherkez Ne ku tene di karên meydana edebiyetê dê bû. Lê usa jî di nava xemkeshi û hazirkirina kadrên kurdnas û kurdzanan bû li Zankoya Davit Anhaxtda ku hilweshandina dewleta Sovetyera miaser nebû. Sed heyf. Bira rojbûna wî pîroz be!
- Mirazê Cemal
Çerkezê Reş her dem bîra me de ye. Wî wekî helbestvan, wêjezan û zimanzan cîhê xwe nava jiyanê de girtibû. Bêguman ew wisa jî welatparêz û netewperwerekî bê hempa bû. Jiyana xwe ya kurt de wî karekî mezin kir bona gelê me. Ew her dem bîra me de ye...
- Nivîskar Ezîz Gerdenzerî:
Rehma xwedê ruhê Çerkezê Reş be. Rojbûna wî pîroz be. Ew tim li bîra me de ye. Ked û xebata wî tu car wê neyê bîrkirin.
- Polat Can:
Mamoste Çerkez rewşenbîrek mezin û welatparêzek hêja û qedir giran bû. Me gelek salan pêk ve kar kir, pir zana û emekdarê civaka kurdî li Ermenîstanê bû. Bila rihê wî her şad û aram be.
Rêz û silav ji bo malbata mamoste Çerkez û tevayî kurdên Ermenistanê
- Hejarê Şamil:
Çerkezê Rêş mirovekî dilnizm, kurdekî dilmezin, zaneyekî payebilind bû. Her tim di dilê me de ye.
- Cemil Oguz:
Wê biçûya Amedê, berî here Amedê li Stenbolê bû mêvanê min. Me çend saet bi hev re derbas kirin, sohbet kir. Ez kêfxweş im ku min ew nas kiriye. Bila cihê wî bihuşt be.
Û rojbûna te pîroz be kurdê çeleng; em te ji bîr nakin.
- Kerem Gerdenzerî:
Rehma Xwedê le be, cihê wî cinet be - Lianna Mhoyan: Rojek wek îro 25 tebaxê 1955 li Ermenistanê bajarê Edçimizînê ji dayik bû nivîskar, helbestvan,rewşembîr, fîlosof, şoreşgerekê doza Kurd û Kurdistanê û heman demê mamostê jîyana min ÇERKEZÊ REŞ. Ew bavê du zaroka bû. Di sala 1975 de ew têza xwa pir serkeftî wer digire û dest bi kar dike. Fîlosofê mezin di jîyaneke kin de gelek kar kir û berhenê pir giranbaha ji welat û gelê xwara kir dîyarî. Her û wiha gelek karê zaniyarî û elmî li ser ola ezdiya nivîsand,heman demê pirtûka bi navê "ezdiyatî"ya ji aliyê fêderasyona ezdiyê europay wergerand zimanê ermenî û wusa jî 3 pirtûkê Abduhllah Ocalan wergerandin. Mamostê nemir piştî gelek kar û berhemê mezin,2002 heta 2007 herî dawî cê xwa di nava KNK de girt û gelek karê serkeftî ji bo ziman û şoreşa Kurdistanê kir. Di sal 2008 de 21 adarê xwatir ji me xwast û çû ber dilovaniya xwedê. Hûnê herdem bi karê xwa yê pîroz di dil û jîyana me de bin mamostê mezin - Rojnameger Prîskê Mihoyî: Felek, mala te kambax! Çerkez hate vê dinê bi dilê paqij û safî, Ramûsa netka dinayê, pêra bû şa û firnax, Lê dinya qelp derket – kul û derdên bartijî Kire dilê xemgîn – ne go ax, ne jî go wax!. - Stranbêj Aslîka Qadir: Çerkezê Reş ansîklopediya me bû, hewar û stara me bû. Ciyê wî bihuşt be. - Muradov Hamlet: Gotibûn, kesek heye, ew jî ne ermenî ye, kurd e, navê wî Çerkez e.
Zanyarên ermenî ji Amerîkayê hatibûne Înstîtuya Pedagojiyê ya Rewanê û pirsî bûn: - Kîjan xwendekarê we ermenî baş zane?
Têbiniya Diyarnameyê: Me zêde dest nedaye naveroka parvekirinan.***
Nûçeyên Eleqedar:
- Çerkezê Reş xatirê xwe xwest
- 'Qir li nifşê nivîskarên kurd ên li Sovyetê ket'
- Axaftina Çerkezê Reş ya di Konferansa Ziman de
-