Diyarname
Rojnameger Maxime Azadî (Celil Demiralp) rojnamegerekî kurd e û ji salên 2000'î ve li Ewropayê dijî. Azadî demek dirêj midûriya nûçeyan a bo ANF'ê kir û piştî ANF'ê ev çend sal bû derbasî Med Nûçe bûbû û rojnamegeriya xwe li wir dom dikir. Azadî heta niha di saziyên Yekîtiya Ewropayê de gelek caran ketibû dû nûçeyan, ji wir nûçe û hevpeyvîn çêkiribû. Lê niha ew ji aliyê Interpolê ve li Brukselê hat girtin.
Hat gotin ku li ser giliya Tirkiyeyê ew hatiye girtin.