Diyarname
Şaredariya Batmanê yek jê kurtefîlm ê din jî belgefîlm du fîlman pêşkêş dike.
Nîşandayîna fîlman roja 23'yê mehê aset 20.30 de li Navenda Çanda Ahmet Guneştekîn dê li dar bikeve. Di vê çarçoveyê de kurtefîlm derhêner Aram Dildar ê bi navê "Haziriyek ji bo derengmayînê" û belgefîlmê derhêner Ardîn Dîren ê bi navê "Her Mal Dibistanek" têne nîşandayîn. Her wiha derhêner jî dê beşdar bibin û piştî temaşekirinê ligel temaşevanan sohbetek pêk bînin.


