Stenbol
Niha li meclisê, di rojevê de guherandina hin xalên Zagona Bingehîn heye û nîqaş didome. Saziyên demokratîk di bin pêşengiya Platforma Zagona Bingehîn a Demokratîk û Sivîl de mîtîngeke li dar dixin.
Mîtîn bi diruşma Zagoneke Bingehîn a sivîl, pirdeng, azadîxwaz û wekhev mîtîng li dar dikeve. Mîtîng wê roja 10'ê mehê saet 13.00'an de li ber Tepe Nautilusa Kadikoya Stenbolê dest pê bike; beşdar bi meşê wê heta Qada Kadikoyê herin û li wê derê mîtîngê li dar bixin.
Hunermend Rojda û İlkay Akkaya jî wê bi stranên xwe li mîtîngê bin.


