Diyarname
Teatra Avesta lîstika xwe “Mirina Zimanekî” vê carê li Şanogeha Muammer Karaca lîst.
Lîstika “Mirina Zimanekî” ji lîstikva xwediyê Xelata Nobelê Harold Pînter “Zimanê Çiya” ku ji aliyê Mehmed Uzun ve bo kurdî hatibû wergerandin û ji helbesta Mehmet Uzun “Mirina Egîdekî” hatiye girtin û têde muzîka Ciwan Haco jî hatiye bikar anîn.
Lîstik duh êvarê li Muammer Karacaya Beyogluya Stenbolê hate lîstin. Temaşevanan eleqeyeke baş şanî lîstikê da.
Derhêneriya lîstikê Aydin Orak kiriye û di lîstikê de Bilal Bulut, Şengul Ozdemir, Perihan Adalmiş û Aydin Orak dilîzin. Ronahiya lîstikê Ahmet Çay, kostum Sezgîn Aydin, asîstaniya derhênerî Saît Kulen û makyaja plastîk jî aîdî Soner Caner e.