Diyarname
Îro 23 Avrêl li Tirkiyeyê Roja Zarokan e. Zarok wê li ber dibistanan lîstikan bilîzin, mezin wê ji bo wan li çepikan bidin lê li Tirkiyeyê zarokên din jî hene ku ew li girtîgehê ne.
Li gor agahiya Midûriyeta Giştî ya Girtîgeha hejmara wan 2 hezar û 559 e Ji van 259 hebji ber Zagona Têkoşîna bi Terorê (TMK) têne darizandin. Belê îro Roja Zarokan e, lê ev zarok wê vê rojê pîroz nekin, wê mezinên wan ji bo wan li çepikan nedin, berevajî wê careke din hêstiran bibarînin di rojeke wisa de.
Em ji vir de roja zarokên li derve pîroz bikin, ji bo zarokên din jî bibêjin me we ji bîr nekirine.