Mebûsiya Faruk Gergerlîoglu jî hat betalkirin
Diyarname
Heta niha Meclisa Tirkiyeyê mebûsa 13 mebûsên HDP'ê betal kiribû, îro mebûsiya Mebûsê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlioglu jî betal kirin.
Omer Faruk Gergerlîoglu di sala 1965'an de li Sarkikaraagac a Ispartaya Tirkiyeyê hatiye dinê. Wî li Bursaya Lîseya Îmam Hatîpê xwendiye û dûre li Zanîngeha Anadoluyê Fakulteya Tibê xwendiye û bûye doktor.
Gergerlîoglu Serokatiya Mazlumdera Kocaeliyê kiribû, di nav hin saziyên sivîl de cih girtibû.
Di hilbijartina mebûsî ya Tirkiyeyê ku roja 24'ê pûþpera 2018'an li dar ket de ji ser navê HDP'êj i Kocaeliyê hat hilbijartin.
Gergerlîoglu jiyana xwe di nav têkoþîna binpêkirina mafên mirovan de borandiye. Di meclisa Tirkiyeyê de jî di van sê salan de her ev mijar aniye rojevê. Îro biryara betalkirina mebûsiya wî li Meclisa Tirkiyeyê hat xwendin û mebûsiya wî bi dawî bû.
GERGERLÎOGLU: EZ ÞERMEZAR DIKIM
Mebûsê HDP'ê Gergerlîoglu piþtî betalkirina mebûsiya wî axivî û got: "Gavek berê derbarê min de biryar hat xwendin û mebûsiya min betal kirin. Qaþo betal kirin. EV biryareke ne hiqûqî ye.Bi biryareke ku Zagona Bingehîn binpê dike ev biryar hat girtin. DAdgehê hikmên zagona bingehîn binpê kirin û der barê min de biryar da. Paþê Serokê Meclisê jî bo amûrek ji bo vê. Bêyî li benda serîlêdana min a Zagona Bingehîn bisekinin mebûsiya min betal kirin. Lê min mebûsiya xwe ji milet girtiye, ne ji van zaliman. Ez vî biryarî nas nakim. Rayeya ku min ji gel girtiye heta dawî ezê bikar bînim. Emê rûmeta gel nexin bin lingan. Niha li meclisê em berxwedana xwe didomînin. Heta ku AYM (Dadgeha Zagona Bingehîn) der barê me de biryareke guncan bide." (MA)
'EW HER MEBÛSÊ GEL E'
Wekîlên Serokên Koma HDP'ê Meral Daniþ Beþtaþ û Saruhan Oluç piþtî biryarê li meclisê daxuyani dan çapemeniyê. Pêþî Oluç axivî diyar kir ku daraz alîgir e, girêdayî desthilatê ye û got, "Dadgeh ne li gor hiqûqê, Zagona Bingehîn, peymadên demokratîk ên navneteweyî, ne li gor rêgezên hiqûqa gerdûnî tevdigere, li Qesrê mêze dike û biryaran dide. Em vê qet qebûl nakin."
Oluç got çawa dadgerên berî vê desthilatariyê li ber hiqûqê hesab dan, ev dadgerên niha jî dê li ber hiqûqê hesabê bidin.
Beþtaþ jî got ku Gergerlioglu mebûsê gel e, dê her mebûs be jî, em betalkirina mebûsiya wî qebûl nakin û wekî HDP emê her aþtî û demokrasiyê biparêzin, eMê ji edaletê gavek bi paþ ve neavêjin.