Diyarname
Heta niha di her saetê de e-pirtûkên erotîk dihatin firotin lê niha biryar hat girtin ku tenê di navbera saetên 22.00 û 06.00'an de bêne firotin.
Em qala biryarek ku niha li Almanyayê hate girtin dikin. Hinan gilî kirin ku zarokan bi rehetî dikarin xwe bigihînin pirtûkên wekî "Schlauchgeluste" (wekî pirtûkên erotîk em dikir wergerînin) û xwestin li ser vê yekê hin biryar bêne girtin. Daîreya Parastina Zarokan li ser vê daxwazê biryar girt ku e-pirtûkên ku têne firotin divê ne di her saetê de tenê di saetên di navbera 22'yê şevê heta 06'ê serê sibê bêne firotin ku di van saetan de zarok bi giştî razayî ne. Hin derdoran ev biryara nû rexne kirin. Rayedarên Weşangerên Almanyayê û Komeleyên Pirtûkfiroşan niha li ser dixebitin ku ev biryar da çawa bikevin jiyanê.
Li gor biryara nû pirtûkên ji bo zarokan "bi talûke" têne dîtin dê beşeke taybet de bêne firotin, her wiha bi awayekê veşarî ku "neyên dîtin" bêne parastin û wisa bêne firotin.
Ji koma hiqûqê ya Weşangerên Almanyayê û Komeleyên Pirtûkfiroşan Jessica Sanger îdîa dike ku bisînorkirina hin saetan dê bi xwe re çareseriyê neyne û wisa dibêje: "Zarok dikarin rêyek bibînin û xwe bigihînin wan. Dibe ku pergalek ku temenê diyar dike bê bikarananîn."
Li gor biryarê yên ku vê biryarê bi cih neynin dê 50 hezar Euro ceza bidin
Almanyayê di sala 2002'yan de ji bo fîlmên sînemayê jî biryareke wisa girtibû û ev biryar êdî e-pirtûkên di înternetê de têne firotin jî derbas dibe.
Ji BBC Tirkî hatiye girtin