Cemil Oguz
Rojên Belgefîlman a Stenbolê DOCUMENTARIST îsal di navbera rojên 7-12'yê pûÅŸperê de li dar dikeve. Bername hat eÅŸkerekirin.
Ji bo eÅŸkerekirina bernameya Documentarîsta îsal li Salt Beyogluyê kokteylek hat lidar xistin. Di kokteyla ku gelek belgefîlmsaz û derhêner lê amade bûn de amadekarên Documentaristê Emel Çelebi û Necati Sonmez li ser bernameyê agahî dan.
Di nav bernameya îsal de ji 30 welatan bi ser 70 belgefîlmî de belgefîlm dê bêne nîÅŸandayîn. Her wiha xebatên atolyeyê, panel, pêÅŸkêÅŸî, gotûbêj jî dê di vê çarçoveyê de li dar bikevin.
Ji bo Sûriyeyê beÅŸek taybet hatiye amadekirin û di vê çarçoveyê de hin belgefîlm dê bêne nîÅŸandayîn. Documentarîstê di vî warî de bi Mala Çandê ya Sûriyeyê ya Stenbolê Hamisch re hevkarî kiriye û belgefîlmên BeÅŸa Sûriyeyê amade kirine.
Her wiha belgefîlmên li ser madenê jî ji bo bibîranîna Soma û madenên din dê bêne pêÅŸkêÅŸ kirin.
BeÅŸa Polonya
Îsal 600'emîn sala Têkiliyên Dîplomatîk ên Tirkiye-Polonyayê têne pîrozkirin. Ji bo vê yekê di nav bernameyê de jî belgefîlmên baÅŸ ên ji Polonyayê hatine destnîÅŸankirin. Festîvala Fîlman a Krakow ya Polonyayê yek ji festîvalên girîng e. Di 40 salên dawî yên vê festîvalê de belgefîlmên ku bi ser ketine ji nav wan neqandineke hatiye kirin û 12 belgefîlm ji bo Documentarîstê hatine hilbijartin. Di nav vê hilbijêrê de berhemên derhênerên wekî Krzysztof Kieslowski, Kazimierz Karabasz, Marcel Lozinski, Wojciech Wiszniewski cih digirin. Her wiha derhêner Pawel Lozinski jî di festîvalê de wê wekî mêvan cih bigire, wê qala belgefîlmê xwe "Bav û kur" (Father and Son, 2013) bike. Lozinski li ser bavê xwe ev belgefîlm dikiÅŸand lê di dawiyê de wan li hev nekir, ji hev xeyidîn û di dawiyê de du versiyonên belgefîlm derketin holê. Derhêner Lozinski wê qala vî belgefîlmî û pêvajoya kiÅŸandinê bike.
Belgefîlmên ji Tirkiyeyê
Ji Tirkiyeyê bi ser 20'î re belgefîlm hene. Di beÅŸa Panoramaya Tirkiyeyê de derhênerên kurd ên wekî Kazim Oz, Fatih Pinar, Veysi Altal, Zeynel Koç, Devrim Akkaya bi belgefîlmên xwe cih digirin. Belgefîlmê Kazim Oz "Hebû Tune bû" ku di Festîvala Fîlman a Stenbolê de îsal Xelata Juriyê ya Taybet û xelata Fibresci girtibû di Documentaristê de hem di beÅŸa Panoramaya Tirkiyeyê hem jî di beÅŸa Hilbijêra Fibresci de cih digire. BeÅŸa Hilbijêra Fibresci îsal yekemîn car li dar dikeve.
Belgefîlm îsal li salonên Navenda Çanda Fransiz, Konsolosxaneya Hollanda, Salt Beyoglu, Aynali Geçit û Navenda Çanda Romen bêne nîÅŸandayîn.