Berfîn Ayşe Ogut
Ji ber ku min çîrokeke zarokan a sosret xwend, mecbûr mam ku vê gotarê binivîsim. Lewra zarokên me heyf in, zarokên me guneh in. Gava kesên ku haya wan ji edebiyatê, bi taybetî jî ji edebiyata zarokan tune be, dest bavêjin qelemê û hewl bidin ku çîrokên zarokan binivîsin, aha tiştên wisa sosret derdikevin meydanê. Helbet sûcdar ne bi tenê kesê ku bi navê nivîskariyê derdikevin meydanê û bi quretî kitêbên xwe îmze dikin, weşanxane jî bi qasî wan sûcdar in. Ji ber ku ez jî çîrokên zarokan dinivîsim, min xwe ji bo vê gotarê berpirsiyar dît.
Ez behsa kitebeke bi navê “Cîhana Ajalan” dikim. Kitêb ji aliyê Weşanxaneya Aramê ve hatiye çapkirin û belavkirin. Li ser kitêbê wekî nivîskar navê Naîl Demîr heye. Di kitêbê de çîrokeke bi navê “Rovî û Zarokên Hirçê” heye; meqseda min ev çîrok e.
Xebroşkeke ku di şevbêrkên kurdan de, piştî zarok radizên, tê gotin û zilamên kal û navsere pê dikenin, ji aliyê nivîskar ve wekî “çîrokeke zarokan” hatiye nivîsîn. Xeberoşk wisa dest pê dike: “Mino mino, mirov dibêje qey ev kudik ji terikê mino.” Lê mala Xwedê ava ku nivîskar ji heq derneketiye ku xebroşkê jî bi temamî hîn bibe û binivîse.
Îcar em tev de dizanin ku divê edebiyata zarokan; li gorî cîhana zarokan be û di vegotina wê de jî bandor û estetîk hebe. Divê çîrokên zarokan hewcedariyên rihê zarokan bibersivîne. Berî her tiştî divê di wê çîrokê de edeb hebe. Divê çîrok bi zimanekî xweşik rêberiya zarokan bike.
Îcar gava em li çîroka “Rovî û Zarokên Hirçê” dinêrin, tê de her tişt berevaöî ye. Lewra di çîrokê de rovî, li ber çavê kudikên hirçê tecawizî diya wan dike û nivîskar jî dixwaze zarok vê çîrokê bixwînin û hîn bibin ku dêyek çawa tê tecawizkirin.
Gava zarok xwe têxin şûna kudikên hirçê li tecawizkirina dayikê temaşe bikin, wê çi bê serê derûniya wan? Ew ê rastî travmayeke çawa bên? Zarok diya xwe têxe şûna hirçê wê çi bibe?
Edebiyata zarokan tiştên wisa şaş qebûl nake. Ez bawer im, ev çîrok di kontrola weşanxaneyê re, derbas nebûye. Lewra dizanim ku gava haya weşanxaneyê jê hebûya, ew ê çîrokeke wisa çap nekira. Lê niha çîrok li ser navê weşanxaneyê, tê belav kirin û zarokên kurd rastî vê sosretê tên. Nivîskar Naîl Demîr jî divê pêşiyê rûne, bixwîne: Edebîyat çi ye? Edebiyata zarokan çi ye? Kî dikare ji bo zarokan çîrokan binivîse? Divê di çîrokên zarokan de çi hebe, çi tune be? Wisa kî rabe xewna xwe binivîse, xebroşkan binivîse, ev nabin çîrokên zarokan. Divê çîrok ji zarok re rêberiyê bike. Gava zarok li tecawizkirina dayikê temaşe bikin, wê ev çîrok rêberiya çi bike?
Ji zarokan re rêberî wisa nayê kirin. Hewcedarîya rihê zarokan bi tecawizkirina diya wan tune ye. Hewcedariya wan, bi afirîneriyê, bi hevaltiyê, bi dirustiyê û bi şanaziyê heye.
Wekî gotina dawîn; edebiyat ne tiştekî hêsan e; her kesê qelemê bigre destê xwe nikare ji zarokan re çîrokan binivîse. Û divê weşanxane, bala xwe gelekî zêde bide ser vê mijarê.
Bi hêviya ku nivîskar ji zarokên kurdan lêborîn bixwaze û em careke din rastî çîrokên wisa sosret neyên.