logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Di Pêşbaziya Arjen Arî de Welat Esen bi ser ket

Encamnameya Pêşbaziya Helbestan a Arjan Ari hat eşkere kirin. Di pêşbaziyê de dosyaya Welat Esen “Ev Rû, Ev Xerîbî” bi s

  • Dîrok: 15/05/2021
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Diyarname

Encamnameya Pêşbaziya Helbestan a Arjan Ari hat eşkere kirin. Di pêşbaziyê de dosyaya Welat Esen “Ev Rû, Ev Xerîbî” bi ser ket.

Amadekarên Pêşbaziya Helbestan a Arjen Arî Malbata Arjen Arî û Weşanên Sor ji ber pandemiyê îsal daxuyaniya encamnameyê bi awayekî nivîskî belav kir û serketiyê pêşbaziyê eşkere kir.

Îsal 8’emîn car Pêşbaziya Helbestan a Arjen Arî li dar ket. Amadekaran pêşî Cejna Zimanê Kurdî Pîroz kir û hêviya xwe ku hê dê gelek şairên jîr bigihên ebediyata kurdî anîn ziman. Di daxuyaniyê de wisa hat gotin: “Îsal cara 8’an e li ser navê Arjen Ariyê şairê gewre pêşbirka helbestan tê lidarxistin. Îsal 9 dosyeyan serî li pêşbirkê dan. Juriya îsalîn ji Evîn Şikakî, Îrfan Amîda, Mueyed Teyîb, Berken Bereh û Necla Arî pêk dihat. Pênc endamên juriyê dosye nirxandin û nîqaşên xwe kirin. Piştî nirxandinên ewil dengdan pêk hat û li gorî vê du dosyeyan wekî hev dengdan wergirtin. Ji loma di merhaleya duyem de puandan pêk hat û li gorî pûandanê dosyeya ku herî zêde pûan stend îsal hêjayî xelatê hate dîtin. Wekî encam dosyeya Welat Esen bi dosyeya xwe ya bi navê Ev Rû, Ev Xerîbî hêjayî xelatê hate dîtin.”

Welat Esen ê bi ser ketiye ev 26 sal in girtî ye. Amadekaran Welat Esen pîroz kiriye û wisa gotiye “Me hêvî heye ku bi vê xelatê afirîneriya wî ya sînornenas berdewam be, qelema wî dîwarên hepsê biderizîne û weke kulîlkekê bibişkuve, xwe bigihîne wêjehezan; me hêvî heye ku xelat tevî sebra wî ya bi salan bike ku her berhemdar be di qada helbesta kurdî de.”

Li aliyê din ligel xelatê amadekarên pêşbaziyê biryar dane ku Xelata Rûmetê îsal bidin lîstikvanê sînemayê Kadîr Înanir. Ji bo vê yekê jî wisa gotine, “Li Tirkiyeyê wisa bûye ku kes nikare fikrên xwe bi serbestî bîne ziman, daxwaza mafên demokratîk bike. Zext û zordarî her ku diçe zêde dibe. ÊErîşkariya bi ser kurdan û daxwazên wan ên demokratîk de girantir dibe. Di van şert û mercan de rêzdar Kadîr Înanir tim daxwaza aştiyê û mafên gelê kurd aniye ziman û daxwaza çareseriya kêşeya kurd kiriye û di vî warî de gotina xwe texsîr nekiriye.”

Di pêşbaziyê de her sal piştî eşkerekirinê di fûara pirtûkan de yan jî bi awayekî taybet bi merasimek xelat dihat belavkirin lê gotine îsal ger ji ber pandemiyê destûr hebe dê bi merasimê, nebe dê bi awayekî online li dar bixin.

Welat Esen kî ye?

Welat Esen di sala 1973’yan de li Dêrika Çiyayê Mazî çêbûye. Dibistana seretayî, ya navîn û lîseyê li Dêrikê xwendiye. Di sala 1991’ê de li Zanîngeha Dîcleyê, di beşa Mamostetiya Dîrokê de dest bi xwendinê kiriye lê di sala duyem de ji ber xebatên xwe yên polîtîk dev ji xwendinê berdaye.

Di berfanbara 1995’an de li Îzmîrê hatiye girtin. 26 salên sax in girtî ye; ango bêtirê nîvê ‘emrê xwe li girtîgehan derbas kiriye. Ji hingê ve ye ku bi cezayê muebetê girtî ye. Bi dorê li girtîgeha Buca, Konya, Sincan, Kırıkkaleyê maye û niha jî li Girtîgeha Bandirmayê ye.


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Encama şevê: 64 gol, 8 tîm çûn, 16 jê dê play-offê bilîzin

ad

Dest danîn ser şîrketên pêlîstokan û dê wan li zarokan belav bikin

ad

Ji festîvalên navdar fîlmên xelatgirt tên

ad

Dahûrandina “Hêlange” ya Yaqob Tilermenî di warê rê û rêbaza romanê de

ad

Li Koşuyoluya Amedê teqîn: 4 birîndar hene

ad

Favorî her gav ne favorî ye!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname