Diyarname
Maçên Kûpaya Ziraatê ya Dora 3'yemîn îro dest pê dikin. Her du tîmên Amedê Amed Spor û Diyarbekir, tîmên Batman, Wanê û her wiha Cîzre spor jî dilîze. Di maçan de kîjan tîm bi ser bikeve dê derbasî Dora 4'emîn bibe.
Vane maç û saetên lîstin:
- Payas - Amed Spor, 15.00
- Şanliurfa - Pazar Spor, 13.45
- Diyarbekir - Îstanbul Spor, 14.30
- Van BB - Kayserî Spor, 16.00
- Balikesir Baltok - Kars 36 Spor, 17.00
Her wiha rojên 20 û 21'ê mehê jî maç didomin. Sibê Batman Petrol tîma Super Lîgê Goztepe li Batmanê saet 14.30 de dike mêvan. Cîzre Spor jî li Giresunê ligel Akin Çorap Giresun Sporê saet 16'an de dilîze. Gaziantep jî Tire 1922 saet 19'an de dike mêvan.
**
Nûçeya eleqedar:
- Cizîr-Gever, Siirt-Batman, Diyarbekir-Eleziz dilîzin


