logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Platforma Ziman: Zimanê Kurdî bikin fermî

Platforma Zimanê Kurdî bi rasthatina 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyanî da û got divê kurd weke ronahiya

  • Dîrok: 21/02/2019
  • Beş: Nûçe

AMED

Platforma Zimanê Kurdî bi rasthatina 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyanî da û got divê kurd weke ronahiya çavê xwe xwedî li zimanê xwe derkevin û bang li dewletê kir ku zimanê kurdî bibe fermî û saziya zimanê kurdî were damezrandin. 


Pêkhateyên Platforma Zimanê Kurdî ya ji 9 partiyên kurd pêk tê bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê civîna çapemeniyê li dar xistin û belavokên zimanê kurdî belav kirin. Civîn li avahiya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) a li Ofîsa Amedê ye pêk hat. Endamên Platformê, parlamenterên HDP’ê yên Amed, Êlih û Rihayê û nûnerên partiyên pêkhateyên Platformê ne beşdarî civînê bûn. 

 

Berdevkê Platformê Şerefxan Cizîrî daxuyanî xwend. Cizîrî bi sernavê “Xwedî li zimanê xwe derkevin” daxuyanî parve kir û got: “Platforma Zimanê Kurdî bangî hemû kurdan dike ku xwedî li zimanê xwe derkevin. Ji ber ku zimanê kurdî nasnameya me ye, hebûna me ye, taca serê me ye.”  

 

‘WEKÎ RONAHIYA ÇAVÊ XWE ZIMAN BIPARÊZ IN’ 

Cizîrî da zanîn ku ji bo ku ew dikaribin wek milet karibin bi serbilindî li dijî asîmîlasyonê derkevin, divê pêşî ew xwedî li zimanê xwe derkevin û wiha domand: “Weke ku tê zanîn ziman hebûna me, nasnama me, rengê me, hestên me, ramanên me, kultura me, dewlemendiya me ye. Belê gelekî diyare ku ziman ji destê me çû wê siberojê jî netewa me ji destê me here. Em ê weke milet ji nava miletan winda bibin. Heke em naxwazin bibin qatilê miletekî xwedî dîrok û ziman ê li Rojhilata Navîn, divê em beriya her tiştî li zimanê xwe miqatebin. Weke ronahiya çavê xwe divê em ziman biparêzin, pêşiya zimanê xwe vekin û gav bi gav astengan ji holê rakin. Bi şanazî jî bi zimanê xwe bixwînin, biaxivin û binivîsînin.” 

 

Cizîrî diyar kir ku ew di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de ji dewletê dixwazin ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdê, bibe zimanê fermî û saziya zimanê krudî were damezrandin û ev yek armanca Polatforma wan e ya sereke ye. 

 

‘EM BI HIŞMENDIYA ZIMAN TEVGERIN’ 

Cizîrî anî ziman ku lê beriya ku ew bigîhîjin armancên xwe yên sereke divê ew bi hişmendiya ziman tevbigerin û wiha got: “Em dizanin ku dersa bijarte îro li dibistanên dewletê û dibistanên taybet jî mafeke bingehîn e. Divê kurd xwedî li vî mafî derkevin. Gava ku em dersa xwe ya bijarte bikin zimanê kurdî wê pêre jî hejmara maosteyên kurdî zêde bibe, pirtûkên dersa kurdî werin çapkirin. Ev jî dibe dengeyeke girîng ji bo na pêşeroja perwerdê bi zimanê dayikê. Platforma Zimanê Kurdî dxwaz dike ku dersa bijarte ne tenê li dibistana navîn lê li lîseyan jî bibe desa bijarte. Em weke Platformê dizanin ku dersa bijarte ne bes e, têr nake lê em dersa bijarte dîsa weke mafekî erênî dinirxînin.” 

 

TEVÎ ASTENGIYA POLÎSAN JÎ BELAVOK BELAV KIRIN 

Piştî civîna çapemeniyê parlamenter û endamên Platformê, Namzetên Hevşaredariya HDP’ê yên Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Selçûk Mizrakli jî di nav de ku êlekên zimanê kurdî li xwe kirin, xwestin li Semta Ofîsê belavokên zimanê kurdî bi zaravayên kurmancî û kirmanckî yên “Zimanê me hebûna me ye, Bi kurdî bifikirie, biaxive, bixwîne û binivîsîne” belav bikin. Lê polîs bûn asteng û demek nîqaş derket. Tevî hemû astengiyên polîsan jî li ber Plaza AZC’ê û Kolana Hunerê yên li Ofîsê belavok li welatiyan û esnafan belav kirin. Hêjayî bi bîr xistinê ye ku mirov dikare bêje ku belavokên zimanê kurdî di bin siya çek û mertalên polîsan de hatin belavkirin. 

 

Piştî belavkirina belavokan komê dawî li çalakiya xwe anî. 


Ji MA'yê hatiye girtin

**

Nûçeya Eleqedar:
- Ji bo Roja Ziman çalakî û daxuyanî

- Li ser "Roja Ziman" sê gotûbêj

 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 04 2026

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

news
  • 14 04 2026

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

news
  • 12 04 2026

Berendamê YNK'ê Nîzar Amêdî bû Serokomarê Iraqê

news
  • 03 04 2026

Rêveberiya Kobanî: Em vê tayînkirinê qebûl nakin

news
  • 02 04 2026

UNICEF'ê li ser dibistanên Rojava daxuyanî belav kir

news
  • 02 04 2026

Hikumeta Sûrî kayûm şand ser Çelebiyê, gel daket kolanan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

2012: Xatir me xwestin

ad

Par pirtûkên ku herî zêde hatine firotin

ad

Emine Ayna: Em ne bira ne

ad

Dimay 81 sere rey yewinan a betal bena

ad

Namzetiya Ferhad Pîrbalî ya ji bo serokatiyê çima nehat qebûlkirin?

ad

Vane 16 tîmên reqîbên hev

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname