logo
ad
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Rojnameger Seyît Evran mir
  2. Çîroka têkoşîna jinek '1976', û 'Duet' û 'Acid'
  3. Zarokan perwerdehiya xwe ya bi kurdî temam kirin
  4. Dadgeha Iraqê encumenên parêzgeha Herêma Kurdistanê betal kirin
  5. Komxebata Ziman a Şengalê: Hewldana fermînikirina kurdî û vekirina dibistanên kurdî
news-details

Namzetiya Ferhad Pîrbalî ya ji bo serokatiyê çima nehat qebûlkirin?

  • Dîrok: 31/05/2019
  • Beş: Serbest

Ferîd Demîrel

Piştî êrîşa li ser Ferhad Pîrbalî, min hewl da ji başûr hinek zanyariyan werbigirim. Min têkilî li gel hin mamosteyên zankoyan, hin nivîskar û rojnamegeran danî. 

Ka em binêrin bê di sê mehên dawiyê de li Hewlêrê çi qewimî ye.

Piştî referandûma serxwebûnê ya Rezbera (Îlon) 2017'an Mesûd Barzanî, Serokê Başûr di Çiriya Paşiyê ya heman salê de dest ji wezîfeyê xwe berda bû. Ji wê rojê û vir ve posta serokatiyê vala mabû. Di 30'ê Îlona 2018'an de hilbijartina Parlamentoyê çêbû. 28'ê Gulanê jî hilbijartina serokatiyê pêk hatiye û di vê hilbijartinê de Nêçirvan Barzanî wekî serokê nû yê başûr hatiye hilbijartin.

Ji bilî Nêçîrvan Barzanî hin kesên din jî serî li namzetiyê dabûn. 

Yek ji wan jî Ferhad Pîrbal bû. 

Pîrbal 13'ê gulanê li ber Parlemena Başûr, ji bo kanala televîzyonê ya bi navê Payam axivî. Di vê axaftina xwe de behsa namzetiya xwe ya hilbijartina Serokatiya Başûr dike. Dibêje projeyên min hene û ez dixwazim bibim namzet. Behsa wan îdîayan dike ku dibêjin “derûniya Pîrbalî ne baş e” û dibêje ku “bila belgeyan pêşkêş bikin. Ez baş im.” 

Piştî vê daxuyaniyê di 15'ê gulanê de ji bo Dengê Amerîkayê jî eşkere dike ku ew bûye namzet. 

Di vê hevpeyvînê dibêje, “Ez ji hemû kesan bêhtir hêjayî vê erkê me, karîzmaya min ji ya namzedê Partiya Demokrat a Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî zêdetir e.” 

Behsa projeyên xwe dike.

Em ji vê nûçeyê fam dikin ku Pîrbal xwe wekî rikeberê ango hevrikê siyasî yê Nêçirvan Barzanî nîşan dide. 

Di heman rojê de li ser hin hesabên medyaya civakî behsa namzedên hilbijartinê hatiye kirin. Di vê lîsteyê de ji bilî Nêçîrvan Barzanî navê Umêd Balanî, Yasîn Abdulwelîl, Rêbiwar Ezîz Mistefa jî wekî namzet hatiye nivîsandin. Her wiha navê Ferhad Pîrbalî jî heye. 

Roj hatiye û lîsteya namzetan eşkere bûye. 

Lîste ji pênc navan pêk hatiye: 

1- Nêçîrvan Idrîs Mistefa Barzanî

2- Umid Abdulselam Qadir

3- Mehmûd Salih Emer

4- Rêbiwar Ezîz Mistefa

5- Hîwa Abdullah Xidir

Yanî navê Ferhad Pîrbalî di lîsteya fermî de nîn e. 

Di 26'ê dulanê de em ji vîdeoyeke ku li ser hin hesabên medyaya civakî hatiye belavkirin, fam dikin ku Pîrbal çûye ber parlamentoyê û xwestiye fam bike bê ka çima namzetiya wî nehatiye qebûlkirin. Lê bi qasî ku em di vîdeoyê de dibînin, Pîrbalî tu bersivek bi dest nexistiye.

Piştî wê bi du rojan, di 28'ê gulanê de zanyariya êrîşkirina li ser Pîrbalî belav bû.

Êrîşkar kî ne, çi kes in em nizanin, lê berpirsiyariya hikumet, rayedar û rêveberên Başûr heye ku êrîşkaran bibîne û pêvajoya dadkirinê bide dest pê kirin. 

Li gorî hin îdîayan li Başûr “xebatek” li hemberî Ferhad Pîrbalî tê meşandin. Di vê “xebatê” de tê gotin ku “dêrûniya Ferhad Pîrbalî ne baş e”. 

Di nivîsa duh de jî min behs kiribû. Di sala 2018'an de piştî desteserkirina Pîrbalî, bi heman gotinan xwestibûn wî bişînin nexweşxaneyê. 

Tê gotin ku di vî warî de ev “xebat” hinekî bi ser ketiye. Di nava civakê de êdî bi çavê “dînîtiyê” li Pîrbalî dinêrin. 

Hin kesên ji Bakur jî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî Pîrbalî wekî nexweş, wekî kesekî tilyakkêş nîşan didin. 

Gotina dawiyê: 

21'ê avrêlê (Nîsanê) li Ukraynayê hilbijartin çêbûye. Di vê hilbijartinê de Vladimir Zelenskiy, lîstikvanê rêzefîlman ji sedî 73 deng bi dest xistiye û bûye Serokê Dewletê. Zelenskiy komedyen e. 

Çima Ferhad Pîrbal nikare bibe Serokê Başûr? 
feridemirel@gmail.com

**


Li ser meseleya Ferhad Pîrbal du nivîsên din:
- Ferîd Demîrel: Bîenala êrîşkirina li ser Ferhad Pîrbalî dest pê kiriye
- Omer Dilsoz: Kurdekî dinyaya berze: Pîrbal

 

 

 

 

**

  
Ji bo vexwendnameyan malpera ku hûn serî lê bidin: 
http://www.davetiyeonline.net/
Bi sedan cureyên vexwendnameyan li benda we ne. 
Bi her zimanî em dikarin ji bo we vexwendnameyan amade bikin.
Navnîşan:

Yıldıztabya Alibeyköy Cad.No: 156, Alibeyköy Eyüp-İstanbul, Telefon:  0212 -6266455, info@davetiyeonline.net 

Parve Bike

Youtube Me

Peyama Lahûr Şêx Cengî li ser Kerkûkê

news

Nizamettin Arîç

news

Em Hatin

news

Aytenxan: "Şevbuhêrk û Şîrînahî"

news

Omer Dilsoz: Bo demê

news

Qeza...

news

Mîrza Ronî: Şevger Çolo û Provakasyonên wî!

news

Helîm Yûsiv: Piştî 34 salan Mihemed Şêxo

news

Êrîşa li lîstikvanên Amed Sporê... 05.03.2023...

news

Di dema erdhejê de ger hûn erebeyê diajon...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li derve bin...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li hundir bin...

news

'Bêrîvanê' / Mihemedê Nenyasî

news

Zara Mihemedi hat berdan

news

Goristana Semsûrê dilan dişewitîne…

news

06.02.2023, navenda Semsûrê...

news

Gername: Welatê Baskê

news

Hemal

news

Gername: Geştiyariyeke Behdînan

news

PEŞKÊN ŞEVÊ I

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 14 09 2023

Tabloyên ku wênesazên jin ên kurd çêkirine

news
  • 03 09 2023

BRICS dê cuda be

news
  • 28 08 2023

Rizgan mîna Raskolnîkov li xelasiya xwe digere

news
  • 22 08 2023

Qirikek zêrîn ji deşta Germiyanê: Şukir Xeyat

news
  • 21 08 2023

Nivîsên nîveka pêşî ya vê mehê...

news
  • 19 08 2023

Dahûrtina pirtûka çîrokan “Mêşo”

Nivîsên Nû
news

Ji bo Azîz Yagan û kesên wisa difikirin

  • Cemil Oguz
news

Nûdem Durak û Emma Kok

  • Mîrza Ronî
news

Rojbûyîn û 12’yê Rezberê

  • Aytenxan
news

Ji pirsa Murat Bayram bersiveke rast dernakeve

  • Cemil Oguz
news

Kevoka li asîmana Cizîrê

  • Mîrza Ronî
news

Cêwiyê êşê Zubêr Salih

  • Helîm YÛSIV
news

Hebûn, Kakil, Heyîn, Sartre

  • Çorê ARDA
news

Rewşenbîrên ereb û kurd

  • Helîm YÛSIV
news

Gundên Bê Zuriyet

  • Kazim Polat
news

Navê Aqil Gelo ye!

  • Dilşêr Bêwar
news

Du Stran û Varyantek

  • Veysel Vesek
news

Li nav otobusê wêneyê jinika tazî

  • Dilşêr Bêwar
news

RENGÊ ŞÎRÎN Û TARÎ

  • Aytenxan
news

Qezencên ji nivîskariya bi kurdî

  • Helîm YÛSIV
news

Di 'Şapat'ê de paradoksa bindestiyê

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Gelo bi rastî Amerîkayê kurd tercîh kirin?

ad

Baydemir: Heta niha me kir, emê bikin jî

ad

"Nexweşxaneya Zimanê Kurdî" hate sazkirin

ad

Destûr nedan pêşangeha Tahir Elçî

ad

Tiştên ji Soçî derketin, xalên daxuyaniyê

ad

2008, lîsteya pirtûkên kurdî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Rojnameger Seyît Evran mir

  • 25 09 2023
news

Zarokan perwerdehiya xwe ya bi kurdî temam kirin

  • 24 09 2023
news

Çîroka têkoşîna jinek '1976', û 'Duet' û 'Acid'

  • 25 09 2023
news

Dadgeha Iraqê encumenên parêzgeha Herêma Kurdistanê betal kirin

  • 24 09 2023

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • Helîm YÛSIV
  • Kazim Polat
  • Mîrza Ronî
  • Omer Dilsoz
  • Veysel Vesek
  • Welat Dilken
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin

Copyright © 2005-2023 Diyarname