Diyarname
Hevseroka DTP'ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de îro li Qereqoçana Elezîzê bû û got:
"Dewlet ne ji bo ku gelê wê dixwaze, ji bo ku Yekîtiya Ewropayê dixwaze ji kurdan re dibêje ew gelekî bingehîn ê vî welatî ye. Gel encax dema di Zagona Bingehîn de navê xwe bibîne dê bibêje ev welat ê min e. Niha em ne bira ne. Ji ber ku hûn dibêjin 'yek milet' û hûn biratiyê binpê dikin."
Konvoya DTP'ê ku Hevseroka DTP'ê Emine Ayna, mebûsên DTP'ê û rêveberên DTP'ê yên navendî lêbûn derbasî Qereqoçana (Dep) Elezîzê bû.
Gel bi sedan erebeyan li derveyî navçeyê pêşwazî li konvoyê kir û konvoy derbasî navçeyê bû.
Ayna li ser gotina Serokwezîr Erdogan a li Kampa Kizilcahamamê ku got "Gel dengê xwe nade torbeyek komir" sekinî û wiha got: "Pêşî me ev gotin anîbû ziman. Gel ji bo torbeyeke komir dengê xwe neda we, ji bo ku we got 'emê zarokên we ji çiyê daxin, emê pirsgirêka kurd çareser bikin, lê leşker nahêlin, zêdetir piştgirî bidin me' gel dengê xwe da we. Lê hûn rabûn we biryara şer da. Cenazeya zarokên gel hatin. Di 29'ê adarê de em ji vê re bibêjin bes e."


