Diyarname
21'ê vê mehê ji aliyê UNESCO'yê ve wekî Roja Zimanê Zikmakî hatiye qebûlkirin. Heta îro kurdan ev roj her pîroz kiriye. Niha li ser vê rojê li sê cihên cuda sê çalakî li dar dikevin.
Li Bielefeldê Konferansa Kurdî
Li Bielefeld a Almanayê Kurd-Akad bi navê "Zimanê Dayikê û Pirzimanî: Rê û rêbazên cuda yên tesîrê li hev dikin, zehmetî û firsend" konferansek li dar dixe. Konferansa Kurd-Akadê ku Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Ewropa û Enstîtuya Kurd li Almanyayê jî hevkariya konferansê dikin. Konferans 23'yê mehê saet di navbera 11.30-17.30 de li Zanîngeha Bielefeildê (Hola 2'yan) dar dikeve. Yên bixwazin dikarin ji ser info@kurd-akad.com re xwe bigihînin amadekaran.
Li Berlînê Sempozyûm
Komeleya Dêûbavên Kurdî "YEKMAL", bi navê “Li Berlînê di jiyana bajêr de pirrengxwazî û mafê pirzimaniyê” sempozyûmek organîze dike. Di sempozyûmê de xebata akademîk a li ser kurdên li Berlînê jî wê bê parvekirin. Her wiha encama anketa ku ligel 500 kurdên li Berlînê hatiye kirin jî dê bê eşkerekirin.
Axaftina destpêkê dê ji aliyê kordînatora YEKMAL´ê Gunay Darici û wekîla Komîeteya Perwerde, Ciwan û Malabatê ya eyaleta Berlînê Stefanie Remlinger ve bê kirin. Dûre dê Prof. Dr. Katharina Brizic li ser “Li ser ziman û jiyana koçeberên li Almanya/Berlînê dijîn, minaqeşeyeke têgehî” gotara xwe pêşkêş dike. Her wiha atolyeyên bi navê “Destekirina ziman”, “Xwegihandina Perwerdeyê”, “Cudakerî” û “beşdarî” jî li dar bikevin.
Ji bo kesên bixwazin beşdar bibin:
https://goo.gl/forms/jMeJSExv1RYMcyvw1
Li Stenbolê ziman û çîrok
Li Stenbolê bi amadekariya Şa Performans bi navê "Roja Zimên û Çîroka Kurdî" gotûbêjek li dar dikeve. Zimanzan Zana Farqînî û nivîskar Erol Şaybak dê beşdarî gotûbêjê bibin. Farqînî dê li ser ziman, Şaybak li ser çîroka kurdî biaxive.
Gotûbêj 21.02.2019, saet 20.00'an de li Şa Performansê li dar dikeve.