Yasemin Arpa
Lîsteya pirtûkên ku herî zêde di 2008'an de hatine firotin tevî hejmara wan hate eşkerekirin.
Par li Tirkiyeyê 32 hezar heb cur bi cur pirtûk bi tirkî hatine çapkirin. Li gor gotina Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê (TYB) Metin Celal hejmara firotina pirtûkan kêm dibe, lê cure zêde dibe. Di nav pirtûkên ku herî zêde têne firotin de pirtûkên helbestan nîn in. Celal vê yekê wisa dinirxîne: Sedema bingehîn ew e ku pirtûkên helbestan nagihîjin xwendevanên we.
Li gor daneyên TYB'ê di sala 2008'an de herî zêde ev pirtûk hatine firotin:
1) Cahillikler Kitabi / John Lloyd - Weşanên NTV
2) Olasiliksiz / Adam Fawer - Weşanên A.P.R.I.L.
3) Masumiyet Muzesi / Orhan Pamuk - Weşanên Îletişim
4) Allah İle Aldatmak / Yaşar Nuri Ozturk - Weşanên Yeni Boyut
5) Diriliş - Çanakkale 1915 / Turgut Tzakman - Weşanên Bilgi
6) Siz Kimi Kandiriyorsunuz / Soner Yalçin - Weşanên Dogan
7) Empati / Adam Fawer - Weşanên A.P.R.I.L.
8) Kadindan Kentler / Murathan Mungan - Weşanên Metis
9) Son Ada / Zulfu Livaneli - Weşanên Remzi
10) Yaşama Yerleşmek / Ustun Dokmen - Weşanên Remzi
Ji NTV-MSNBC hatiye girtin û kurtkirin