LUQMAN GULDIVÊ
Berhem û afirînerî çiqasî nirx bin jî, carinan ya ku serketinan dibe serî ji xwe re lihevrashatinek e. Lihevrasthatina hêza kêliyê, peywenda wê û berhema afirandî. Hasil bi La Marseillaise û serpêhatiya marşbûna wî ez ê behsa vê bikim. Ev marşa ku di heman demê de ji sembolên Şoreşa Fransî tê qebûlkirin, ya rastî bi tesadufan bû marşa neteweyî ya Fransayê.
Roguet de Liste ji serpelên teknîkê yên artêşa Fransa ye sala 1792´yan. Artêşa Fransayê hingê xwe amade dike bi şerê Awusturya-Macaristanê bike. Ha hingê Roguet de Liste Marseillaiseê dinivîse û awaza wê jî dihûne. Ji bo ku tesîrê li fermandar û generalê vê sefera eskerî bike jî li Strasbourgê, li avahiya şaredariyê wê dibêje, hem jî dema dibêje hevjîna wî jê re li piyanoyê dide.
Axir ev agahiyên giştî ji bo fêmkirina meseleyê girîng in. Ji ber ku La Marseillaise a Şoreşa Fransa di nivîsandina gotinên xwe û çêkirina awaza xwe de hîç elaqeyeke xwe nîne bi Şoreşa Fransayê re. Bi temamî vî serpelê hanê, ji bo motîvasyona şer a eskerê seferberkirî ji bo sefera li dijî Awusturyayê ev marşa hanê nivîsiye û awaza wê lê hûnandiye. Mirov bi temamî bê alî be, dikare jê re bibêje, Marşa Dagirkeriye, bi rengekî ji rengan “mehtereke demî” ji bo artêşa Fransayê ya dawiya sedsala 18´an.
Vêca bi ser halan de vî serpelî hema ji xwe û me re xwe nedaye ber vî karî, şaredarê Strasbourgê, baron Philipp Frédéric de Dietrich wezîfe daye wî. Di encamê de ji bo mareşalê ku wê seferê bi rê ve bibe, 29´ê Nîsana 1792´yan di rêûresma eskerî ya di nava bajêr de jî tê lêxistin. Dengê, “Aux armes citoyens, l’étendard de la guerre est déployé, le signal est donné. Il faut combattre, vaincre ou mourir. Aux armes citoyens… Marchons… (Rahêjin sîlehan welatîno, alaya şer hat hildan. Divê şer bê kirin, serketin yan jî mirin. Rahêjin sîlehan welatîno… Da em bimeşin…)”. Ha piştî hingê jî his û kerrên ji wê awazê dernakeve.
Belkî bala we kişandibe peyva “welatîno”, ha ev peyv îşaret bi aliyekî serpel Roguet de Liste dike, ew alîgirê “destûrê” bû û jixwe ew endamê Kluba Dostên Destûrê bû. Bi temamî di peywendeke ji vê bûyera marşa dagirkeriyê dûr, li Marsîlyayê, gava ku di civîneke Kluba Dostên Destûrê de ev marş ji aliyê eskerekî ji artêşa Renê (artêşa ku ji Strasbourgê wê biçûya sefera şerê li dijî Awusturya-Macaristanê) hat gotin. Doktor François Mireur bi kelecan guh dayê û ew vexwend cem xwe ji bo careke din wê bibêje; dîtira rojê di rojnameyên Başûrê Fransayê de metna wê hat weşandin.
Zû zûka xwe nedin ber serencaman; nexêr li împeretoriyê hîna ji bilî çend eskeran û li çend bajarên başûrê Fransayê haya ti kesî ji wê marşê nebû. Tîrmeha 1792´yan ew eskerên dildar ên ji Marsîlyayê, ku berê xwe dabûn paytextê ji bo “Parastina Komarê” li ser rêya xwe timî ev marş gotin. Wan bi gotina vê marşê Champs-Élysées jî kudand û navê Marşa Marsîlyayiyan pêşî li vê marşê hat kirin û paşê jî navê wê dê bibûya La Marseillaise. Cara yekem di salvegera 5´an a Şoreşa Fransayê de La Marsaillaise wê 14´ê Tîrmeha 1795´an weke marşa netweyî bihata qebûlkirin. Bi çend navberên Împeretorya Napolyon û hin adaptasyonan, ev marş îro jî marşa neteweyî ya Fransayê ye.
Axir, kurt û Kurmancî, carinan dibe ku haya mirov jê nebe ka çi afirandiye, ka hêza kêlî û peywenda kêliyê wê çi bar bike li mane û qîmetê wê berhema afirandî. Çawa ku berhema serpelê ji Strasbourgê wê nebûya Marşa Seferberî (yan jî dagirkeriyê) lê bi xêra wan eskerên dildar ên ji Marsîlyayê, bibûya Marşa Marsîlyayiyan û ji wir jî marşa neteweyî ya Fransayê. Ango ne serpelî lê hêz û peywenda kêliyê La Marseillaise çêkir.
Yenî Ozgur Polîtîka