Diyarname
Vê êvarê erebeya hilbijartinê ya HDP'ê dema ji gundê Alpîranê ya Kanîreşê dihat ji aliyê kes an kesên nasname nediyar ve hat gulebarandikirin. Di gulebaranê de ajokarê erebeyê Hamdullah Oge wefat kir.
Bi bihîstina bûyerê re berendamên HDP'ê yên Çewligê û HDP'yiyên din çûn cihê bûyerê.
Lêkolîna li ser bûyerê didome. Cenazeyê Oge anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Kanîreşê û li vir dê otopsî bê kirin.
Berendamên Çewligê bang kir
Berendamên HDP'ê yên Çewligê bang li gel kir ku pejinkar tevbigerin. Berendaman wisa got: "Ev çalakiyeke provakatîf e li hemberî xebata hilbijartinê. Em bang li gelê me dikin ku aram bin, nekevin kêmîsa provakasyonan. Emê nekevin kêmîna yên ku dixwazin me û hinên din pevbixin. Li Agirî xwestin çi bikin, li Kanîreşê jî heman tişt xwestin. Ev guleyek e ku bera aştiyê dane. Emê ligel her tiştî hê xurtir bibêjin aştî. Emê ji bo aştiyê têkoşîna xwe bidomînin. Em bang li gelê xwe dikin ku pejinkar tevbigerin."