Diyarname
Tirkiye ku dixwest di maça îro de bi ser bikeve û here Brezîlyayê, lê nedizanî Hollanda ne porteqala ku li bazarê tê firotin e.
Maçên dawî yên ji bo Kûpaya Cîhanê ya 2014'an (dê li Brezîlyayê bêne lîstin) îro li dar ketin. Tirkiye di Koma D de dilîst û di maça xwe ya dawî de li mala xwe bi Hollandaya ku lîdera komê ye lîst. Berî maçê ji Teknîk Dîrektorê Tîma Tirkiyeyê Fatih Terim bigire, gelek nivîskarên sporê Tirkiye wekî favorî nîşan didan. Nivîskarên ku objektîf tevdigerin dizanin rewş mûcîzeye. Gelek kesên li Tirkiyeyê ji fûtbolê fêm nakin digotin qey Hollanda porteqala li bazarê tê firotin e û dê bigirin û bixwin. Maçê bi vî awayî dest pê kir.
Hê di deqîqeyên pêşî de rewş zelal bû, lê di deqîqeya 8'an de Porteqalan bi lîstikvanê xwe Robben gotin em ne porteqalên li bazarê ne. Robben ji lêdana serbest raste rast gog şand qeleyê: 0-1.
Nîveka yekemîn a maçê bi vî awayî bi dawî bû ku ji bilî golê, wekî din jî Hollanda serdest bû.
Di nîveka duyem de Kuyt ê lîstikvanê Fenerbahçeyê derket ser dikê. Kuyt pas da Sneijder ê lîstikvanê Galatasaray û Sneijder efû nekir: 0-2.
Bi vê hemû keştiyên Tirkiyeyê ku dê biçûna Brezîlyayê hatin şewitandin, hemû xeyalên Tirkiyeyê bi avê de çûn.
Di maçên din ên Koma D de Macaristanê Andora, Romanyayê jî Estonyayê bi 2-0 têk bir. Di encamê de Hollanda bi 28 pûanan raste rast diçe Hollandayê. Duyemînê komê Romanya bi 19 pûanan ji bo here Brezîlyayê dê maçeke li Play Offê bilîze. Û tîmên din bi rêzê Macaristan (17 pûan), Tirkiye (16 pûan), Estonya (7 pûan) û Andorra (0 pûan) berê xwe dan mala xwe.