Diyarname
Li Îzmîr, Şirnex, Cizîr, Stîlîlê, Nazimiyeyê jî pîrozbahiyên Newrozê hebû.
ÎZMÎR
Li Îzmîrê li dor 70 hezar kesî li Qada Hipodromê ya li Şirinyerê hat ba hev û Newroz pîroz kir. Agirê Newrozê ji aliyê mebûsa BDP'ê Emine Ayna û xwişka Rahşan Demirel Semra Demirel ve hat pêxistin.
Di qadê de pankartên wekî "Ji xweseriya demokratîk ber bi Komara demokratîk ve", "Yan çareseriya demokratîk yan jî berxwedaneke geş", "Nasnameya azad, rêberiya azad, xweseriya demokratîk" hatin daliqandin.
ŞIRNEX
Li Şirnexê, li Qada Omer Kabak bi dehezaran kes hatin ba hev û Newroz pîroz kirin. Dema mebûsê BDP'ê Hasip Kaplan hat qadê eleqeya gel bilind bû. Posterê Bişenk Anik ku di Newroza 1992'yan de hatibû kuştin hat vekirin û posterên wekî "Newroz pîroz be" û "Newroz berxwedana Mazlûman e" hatin vekirin.
CIZÎR
Li Cizîrê, li kêleka Dîcleyê 30 hezar kes hatin ba hev. Gel daxwaza berdana Şaredarê Cizîrê Aydin Budak û girtiyên din kir.
STÎLÎLÊ
Li Stîlîla Nisêbînê yekem car Newroz hat pîrozkirin. Pîrozbahiya Newrozê li Sehaya Fûtbolê ya bajarokê hate li dar xistin. Şaredarê Stîlîlê Lokman Findik got li Stîlîlê yekem car Newroz tê pîroz kirin û wisa berdema kir: "Ev destpêkek e lê êdî her sal emê Newrozê pîroz bikin."
NAZIMIYE
Li navçeya Nazimiyeya Dêrsimê jî yekem car bi awayekî fermî Newroz hate pîrozkirin. Bi sedan kes li qûntarê Çiyayê Mûnzûrê agir pêxist û Newroz pîroz kir. Pîrozbahiya ku rêxistina bajêr a BDP'a Dêrsimê organîze kir, Şaredarê Nazimiyeyê Cafer Kirmiziçiçek ku ji CHP'ê îstîfa kiriye jî beşdarî Newrozê bû.
***
Li ser NEWROZ'a 2010'an nûçeyên eleqedar:
- Hêzên Suriyê li Newroza Reqayê du kes kuştin
- Li Stenbolê 500 hezar kesî Newroz pîroz kir
- Li Amedê mîlyonek kesî agirê Newrozê gur kir
- Li gelek bajar û navçeyan agirê Newrozê bilind bû
- Newroza Wanê bi gurahiyeke mezin dest pê kir
- Bi dehezaran kes ji bo Newrozê li qadan bûn