logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Newroz bi beşdariya sedhezaran dest pê kir

Yekemîn çalakiya Newroza îsal li Geverê bi beşdariya zêdetirî 150 hezar kesî hat pîroz kirin. Geverî bi kincên xwe yên n

  • Dîrok: 17/03/2010
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Yekemîn çalakiya Newroza îsal li Geverê bi beşdariya zêdetirî 150 hezar kesî hat pîroz kirin. Geverî bi kincên xwe yên netewî qada Newrozê tije kirin û Newroza Çareseriyê ya destpêkê li Geverê bi heybet hat pîrozkirin

 

Newroza yekemîn a 2010'an li Geverê bi tevlîbûna zêdetirî 150 hezar kesan hat pîrozkirin. Girse ji taxan bi meşê ber bi qadê ve meşiya. Meşa herî girseyî koma ku ji Bajêrgehê hatî, bi pankarta "Herêma Bajêrgehê Newrozê pîroz dike" pêk anî. Bi deh hezaran kes bi qasî 6 kîlometreyan meşiyan û hatin qadê. Ji ber tevlibûna mezin a gel hemû rê li trafîkê hatin girtin û di demeke kin de taxên navçeyê bêdeng bûn. Li qada Newrozê gelek posterên Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hatin vekîrin. Jin, zilam û zarok bi cil û bergeyên neteweyî li qada pîrozbahiyê rengê baharê dan her derê.

Li qadê pankartên "Bi şer û çekan ne bi diyalogê aştiyê pêş bixin", "Newroz afirandina gelekê nû ye", "Ya demokrasiyeke rastîn ya jî qet na", "Em bi rihê Sema, Ronahî û Berîvanan Newrozê pîroz dikin", hatin daliqandin.

Hevserokên BDP'ê Gulten Kişanak û Selahattîn Demîrtaş, parlamenterên BDP'ê, Hevserokê DTP'a hate girtin Ahmet Turk, parlamentera DTP'ê ya qedexeya siyasî hatiye dayîn Aysel Tugluk, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, endamên Koma Çareseriya Demokratîk û Aştiyê, endamên heyeta dervê welat, şaredarên herêmê, endam û nûnerên saziyên sivîl amade bûn.

Li qadê ji bo agirê Newrozê lê bê dadan, cihekî taybet hate amadekirin. Her wiha ji bo mêvan û çapemeniyê cihekî mezîn hatiye çêkirin. Nêzî 500 endamên çapemeniyê Newroz şopand û 5 axaftvan û 12 hunermend derketin ser dîkê. Koma Azad, Agirê Jiyan, Rojda, Xemgîn Bîrhat, Xêro Ebas, Ferhat Tunç, Çetîn Oraner û Koma Şitlên Azadiyê bi stranên xwe tevlî coşa gel bûn.

Demîrtaş: Gelê kurd bi înkar û îmhayê tasfiye nabe

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, di pîrozbahiyên Newroza Geverê de bi kurdî axivî, bang li kurdên ku xwe înkar dikin û cerdevanan kir û got: "Werin bi gelê xwe re têkoşîneke hevpar bimeşînin."

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, navên kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane jimartin û Newroza wan pîroz kir.

Demîrtaş, diyar kir ku têkoşîna azadiyê yên ji kevneşopiya Kawayê hesinkar tên didome û wiha got: "Divê îro hemû kes vê qadê bibînin. Gelê kurd dertê qadan û destê aştiyê dirêj dike. Ger li muxataban digerin bila li vir muxatab bibînin. Wê demê dê fam bikin ku bê dê kî bibe muxatab."

Hevserokê BDP'ê Demîrtaş, anî ziman ku yekemcar e ku li pêşberî gel bi kurdî diaxive û ji ber vê axatinê li pêşberî gelê Geverê dike jî serbilind e. Demîrtaş, destnîşan kir ku wekî BDP'ê û gelê kurd Newroza 2010'an wekî Newroza çareseriya demokratîk û aştiya îlankirine û wiha axivî. "Bila hemû kes zanibin ku gelê kurd ev sal wekî sala çareseriyê îlan kiribe, bi baweriya hêza li qadan daye. Nexwe bi bawariya bi AKP'ê re îlan nekiriye. "

Selahattin Demîrtaş, wekî "Ciwanên Geverê yên gomlekê ji agir li xwe kirine" xîtab kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em ji bo silavkirina we hatin. Em hatin pîrozbahiya têkoşîna wê ya pîroz. Em wekî BDP bi hêza ji ciwanên Geverê distînin dibêjin ku em muhatbên vî karî ne."

Demîrtaş, têkildarî muxatabiyê ev tişt gotin: "Ger dixazin pirsgirêkê çareser bikin, divê teqez birêz Ocalan muxatab bê girtin. Ger tu dixwazî Qendîlê vala bikî divê tu wan jî beşdarî vê pêvajoyê bikî. Nexwe bi hatina koman ev pirsgirêk çareser nabe. Divê em van her du gelan deriyan vekin û hembêz bikin."

Banga li cerdevanan

Demîrtaş bang li cerdevanan ji kir û xwest hemû kurd di bin banê BDP'ê de li hev kom bibin û têkoşîna aştiyê bimeşînin. Demîrtaş, destnîşan kir ku heta operasyonên leşkerî û siyasî bidomin, pirsgirêk çareser nabe û wiha dom kir: "Ger ku hin kes bixwazin vê pêvajoyê bikin pêvajoya îmha û tasfîyeyê dê rastî têkoşîn û berxedanê bên. Gever sembola berxwedana li hemberî îmhayêye. Ger ku hûn gelê Geverê îkna nekin hûn kê îkna bikin jî hûn nikarin pirsgirêkê çareser bikin." Demîrtaş xwest ji bo çareseriyê gelê kurd û daxwazên gelê kurd muxatab bigre. Demîrtaş, bal kişand ser êrîşên li dijî kurdan û axaftina xwe wiha bi waîe kir: "Êrîşa Tirkiyeyê heta Ewropayê jî belav bû. Heri dawî li ser siyasetmedarên kurd ên Ewropayê û Roj TV pêk hatin. Gelê kurd tu carî vê yekê qebûl nake."

‘Gever tevahî jiyan e’

Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr axivî û wiha silav da gelê Geverê: “Berxwedan jiyan e, heke berxwedan jiyan be, Gever tevahî jiyan e.”

Baydemîr, diyar kir ku bi mîlyonan Komkujiya Helepçeyê şermezar kir û îro jî bi deh hezaran Newrozê li Geverê pîroz dikin. Baydemîr, anî ziman ku li ser erdngariya Mezopotamyayê ji Dehaqan heta Saddaman gelek zalîmên mezîn derbasbûne û wiha got: “Lê di navê vê têkoşînê de gelek Mazlûm jî derbas bûn. Ji ber vê yekê hinî zulum bidome dê berxwedan jî bidome. Gelê kurd di encama têkoşîna xwe ya dayî gelek çeperên giring bi dest xistin e. Vê têkoşînê parlamenter û şareder afirandin. Ev xizmetkarên we ne.” Baydemîr, daxuyand ku azadbûna gelê kurd tenê ya gelê kurd nîn e azadbûna Rojhilatanavîn e û wiha pêde çû: “Nîha bi hezaran ciwan, siyastemedar, zarok û şaredarên kurdan di girtîgehan dane. Em jî ji ber vê yekê dibêjin an bi hevre azadî an jî bi hev re em dê biçin zindanan. Îro zarokên kurdan avêtine girtîgehan. Cihê zarokên kurdan zînadan nîn e hembêza dayîkan e.” Baydemîr cejan Newrozê li gel carek din pîrozkir û dawî li axaftina xwe kir.

DÎHA

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

news
  • 18 10 2026

Ji bo jinan qursa xwendin-nivîsandinê ya bi kurdî dan dest pê kirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Bi hezaran kesî Vedat Aydin bi bîr anî

ad

Talana ekolojiyê ya li Serhedê metirsîdar e

ad

Serê Hîtler dê pêve bikin

ad

Ji çapemeniyê 5 nûçeyên derketin pêş

ad

Festîvala Feqiyê Teyran dest pê kir

ad

Çarîk fînalîstî eşkera bî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname