Diyarname
Vê carê ne Barselona, lê tîmeke Lîga 2'yemîn a Spanyayê mala Real Madridê xira kir û ew ji kûpayê qewirand.
Maçên Kûpaya Qral a Spanyayê têne lîstin. Maça herî balkêş di navbera tîma Albacete û Real Madrîdê de bû. Di maçên Dora 16'an de Albacete bi 3-2 Real Madrid têk bir û derbasî çarîk fînalê bû. Real Madrid jî vegeriya mala xwe.
Albacete di deqîqeya 42'yan de bi Villar derket pêş, Realê deqe 45+3 de bi Mastantuono bersiv da û nîveka pêşî bi 1-1'ê bi dawî bû.
Deqe 82'yan de Betancor carek din tîma xwe derxist pêş, lê Realê deqe 90+1 de bi Garcia bersiv da: 2-2. Tam kêliyên wisa dom dikir de deqe 90+4, yanê saniyeyên dawî de Betancor carek din derket pêş û dîrok nivîsî: 3-2.
Real Madridê ku hefteya borî di Kûpaya Super de li hemberî Barselonayê têk çû û ji ber vê teknîk dîrektor Alonso qewirand, bi teknîk dîrektorê nû Alvaro Arbeloa vê carê ji Kûpaya Spanyayê têk çû; nekarî çarîk fînalê jî bibîne.


