Diyarname
Wekî ser sal îsal jî bi pîrozbahiyên cur bi cur Newroz wê were pîrozkirin. Vaye bajar bi bajar cihên pîrozbahiya Newrozê.
Îsal jî Amed wê bi girseyeke qirase Newroza xwe pîroz bike. Û bajarên din jî bi vî awayî. Li Amedê wê bi beşdariya hunermend Ciwan Haco, Serhado, Mustafa Dadar, Koma Nûjiyan, Çopî, Grup Nena, Zozan, Bulent Turan, Xemgîn Bîrhat, Ferhat Tunç û Koraya Zarokan Newroz li dar bikeve.
Her wiha li navçeyên Amedê jî ev hunermend wê beşdarî Newrozê bibin:
Erxenî: Rojbîn, Koma Berçem
Bismil: Brader, Koma Mehabad
Gêl: Koma Star
Dîcle: Nurcan, Engîn Derya
Çinar: Koma Hemdem, Xalîde û Memed
Karaz: Koma Pîroz
Hêne: Koma Demsal, Onder Dilbirîn
Hezro: Jêhat
Licê: Dîlek Hoca, Koma Rewşen
Pasûr: Koma Afat
Farqîn: Ozan Rêzan, Canê
Çêrmûg: Koma Aram, Leyla
Li Tirkiye û bajarên kurdan bernameya Newrozê bi vî rengî ye:
-17 Adar, çarşem: Gever (Bi beşdariya hemû mebûsên BDP'ê û şaredarên BDP'ê wê dest pê bike)
- 18 Adar, pênşem: Qers, Patnos, Eleşkirt, Diyadin, Norşîn, Başkale, Ozalp, Qerayazî, Erxenî, Gêl, Dîcle, Çinar, Karaz, Dêrik, Bozova, Sirûç, Baykan, Misirc, Bêşebab, Hêne.
- 19 Adar, în: Mêrdîn, Semsûr, Ercîş, Muradiye, Bismil, Hazro, Licê, Îdil, Çelê, Dargeçit, Wêranşar, Serêkaniyê, Nizîb, Midyad, Pasûr, Farqîn, Çêrmûg, Çunguş, Bîrecîk, Hîlwan, Sêwreg.
- 20 Adar, şemî: Wan, Edana, Batman, Sêrt, Çewlik, Mûş, Elezîz, Entep, Erdehan, Tetwan, Birsa, Antalya, Manîsa, Aydin, Isparta, Kocaeli-Gebze (bi hev re dê pîroz bikin), Yalova, Balikesir, Çanakkale, Hatay-İskenderun(bi hev re dê pîroz bikin), Konya, Tarsûs, Nisêbîn, Silopî, Şemzînan, Riha, Xelfetî, Qoser..
- 21 Adar, yekşem: Amed, Stenbol, Mêrsin, Culemêrg, Dêrsim, Şirnex, Meletî, Îzmîr, Agirî, Îdir, Bazîd, Denîzli, Osmaniye, Enqere, Elbistan, Cizîr, Qereqoçan, Dihê, Xinis, Melezgîr, Qaqizman, Dîgor, Tekman, Qehta, Gercûş, Bişêrî, Gimgim, Bûlanix, Manîsa, Ceyhan, Hatay-Dortyol (wê bi hev re pîroz bikin), Sakarya.