Diyarname
Tîmên Tirkiyeyê Beşîktaş Spor û Fenerbahçe Spor îsal dê Lîga Konferansê ya Ewopayê ya UEFA'yê de bilîzin û ew ji Pêşhevtêkbirina Dora 2'yemîn dest pê dikin. Niha ji bo Pêşhevtêkbirinê ya Dora 2'yemîn pişke hat kişandin.
Ji Moldovayê FC Zimbru bû reqîbê Fenerbahçeyê. Yê Beşîktaşê jî ji Albeniayê tîma KF Tirana bû reqîb.
Maçên vê lîgê yên yekemîn navbera 25-27'ê tîrmehê, maçên duyemîn navbera 1-3'yê gelawêjê dê bêne lîstin. Di vê çarçoveyê de Generbah roja 26'ê mehê û 1'ê mehê, Beşîktaş jî roja 27'ê mehê û 3'ê mehê dê bilîze.
Tîmên bi ser bikevin dê derbasî Pêşhevtêkbirina Dora 1'yemîn.
Li aliyê din ji bo ADana Demîrsporê jî ji Romanyayê tîma Cluj derketibû.
MAÇA GALATASARAY
Li aliyê din tîma Galatasaray ku li Tirkiyeyê bûbû şampiyon ji Dora 2'yemîn ya Pêşhevtêkbikrinan beşdarî Lîga Şampiyonan a UEFA'yê dibe.
Li gor pûanên welatan, welatên pêşketî raste rast beşdarî Lîga Şampiyonan dibin, li Tirkiyeyê ji ber kêmpûanê welat tîm ji Dora 2'yan a Pêşhevtêkbirinê beşdar dibin Galatasaray jî bi vî awayî.
Tîma Lîgvanya Zalgiris ku tîma Makedon FC Struga di dora 3'yemîn de têk bir, bû reqîbê Galatasaray. Maça yekemîn roja 25'ê vê mehê li Lîtvanyayê dê bê lîstin. Maça duyemîn hefteyeke paşê li Stenbolê dê bê lîstin.


