QULING Û ÞIMÞAL*
Cîhan Roj
Cara pêþî hûn navekî dibihîzin.Navekî , ne ji wan navan e ku we bihîstibe.Piþtî hûn li wêneyê xwedî navî dinihêrin tu wateya nav ji bo we namîne;wêne bangî rihê we dike,di xeyalên we de dibe reng,dibe dengekî kûr ê fesîh.Qermiçiyên li eniya kesî,a,ew qermiçî li ber we dibin rê,dibin dirb,dibin name,dibin hêma we ber bi asîmanek edebî ve dibin.
We ne Bokan dîtîye ne jî we tu car guhdariya þimþala Qale Mere kiriye!Nûçeyek.Hûn nûçeyekê dixwînin ,di nûçeyê de mirina þimþaljenekî hatiye dîyarkirin.
Çi kir peyva “kor “kir;peyva,kor,bi nav hiþ û dilê min ket!Ez jî wekî we gellek kesan xwîngerm im,hest li min jî tenik e.Bi derbirîna serhediyan carna dilê min jî,ji pelê cixarê ziravtir e.Bi kelecaniya xwe re risteyan xwe da der.Ji bo navekî ku hew di nûçeya mirinê de dibihîzim risteyên helbestî xwe dan der.Ne min got,çi kir peyva”kor”kir!
Çerçawa aniha Evdal bi bîra we hat,bi peyva kor re Evdal bi bîra min jî hat.Min guhdariya þimþala Qale Mere nekiribû lê min serpêhatiyên Evdalî xwendibûn.Evdal î bi qulingan re axivîbû.Evdalê Kor.A,peyva kor bû sedem ku ez kurtçeçîroka bi navê Quling û Þimþal lê bikim.Min Bokan nedîtiye.Nizanim dengê þimþalê li wir çiqas sivik û kûr olan dide.Nizanim þimþala Qale Mere bû sebebê çend evînan.Nizanim çi trajediyan dida der.Nizanim çend keç û xort piþtî dengê þimþalê bihîstin bi nav bexçe û rezan ketin.Beden çawa bi wan sivik bû.Bi çi çavî li rojê li kulîlk û asîmanê berêvaran nihêrîn.Peyva,kor…Çi bû Evdal û Qale Mere kor bûn?Ma hewceyê pirsan e,na.Em çîroka xwe lê bikin.Çîroka kurt,çîroka ku hew ji bo silavekê,silava li kesekî,kesekî aniha mirî,kesekî gellek ji min dûr û ew qas jî nêzî dil û rihê min.Silava li þimþalê,silava li qulingê…
Ev çîrok ji bo bilûrekê ye di heman demê de;ger rojekê ez bilûra Qale Mere li mûzeyekê bibînim belkî wê çaxê çîrokek din dest pê bike,belkî jî romanek û belkî jî ev çîrok ji bo çîrok an jî romana wê kêliyê ye!
Dinya sar bûya germ bûya ne xema wî bû.Ew li pêþ xênî rûdiniþt.Dibû guhdarê dengan.Dîsa li pêþ xênî rûniþtibû.Sêvekî di bêrîka wî de bû.Çend roj bû ew sêv nedixwar;carna dikir destê xwe, pê dilîst,carna bi rengê sêvê þa dibû.Carna jî bi saetan li ciyê kurmanxwarî dinihêrî û difikirî.
Wê rojê biryar dabû,ê sêvê bida zarokekê.Wî,sêv mîna hevalekî hîs dikir.Lewre di nav dudiliyekê de bû.Hê ew dudilî çareser nekiribû dengê çivîkekê bi ser wî ket.Gellek wext guhdarî kir.Ew deng êdî bi wî ecêb dihat;çivîk mîna bixwaze tiþtekê jê re vebêje.Deng gellek ji nêz ve dihat.Li derdora xwe nihêrî çivîkê nedît.
Þimþal girt.Lê da.Ecêb bû,wî çiqas bilûr lê dida dengê çivîkê ew qas tevlî dengê þimþalê dibû.Mijxule bû her dever li ber çavên wî.Piþtî çend deqîqeyan êdî bi þimþalê bi çivîkê re diaxivî.Þimþal ji dest danî.Çivîkê hê jî dixwend.Ji niþka ve,”Heywax,qey ez jî bûm Evdal.”got.
Ji misîn hinek av bi ser çav û ruyê xwe wer kir.Êdî þev û roj ji bo wî yek bû.Av di nav riha spî de dadipalî.Hew her sê dilopên di nav her sê qermiçiyên li eniya wî de mîna civayê diçûn û dihatin.Qermiçiyên kûr her carî dilop vedihewandin.Wî jî dest nedidayê.
Bi dengekî bilind,”Çavên min nabînin.”got.Kesan,kalo kor bû,kalo ji ber nexweþiya xwe kor bû,kalo ji her du çavan ve kor bû,gotin.
Hê jî çîveçîva çivîkê bû.Qale Mere her Evdal bi bîr anî.”Ez û Evdal,quling û çivîk.Ez û Evdal,gotin û þimþal.”got,kêliyekê hîs kir ku bilûra wî bi wî bûye çivîk.Serî bilind kir ,di xeyala xwe de didît bilûr bûbû çivîk û li asîmanê Bokan difiriya,ji bo xwe li ciyekê digeriya.
Bila çîrok aniha ev qas be.Ez dîsa bi dilê xwe re mijûl bim çêtir e.
Ez nizanim rengê bilûra Qale Mere tîr e an vekiriye,lê aniha dengekî bi ber guhê min dikeve ,hîs dikim ku kûr û dûr e,dizanim dengê þimþalê ye ,dizanim navê bilûrvanî çi ye lê nizanim ez ê bilûrê çi wext li kîjan mûzeyê bibînim .Mereq dikim,mereq dikim bê çîrok an jî romana wê kêliyê dê çawa be!..
*Kovara W,Tîrmeh-Gelawêj 2009