Diyarname
16 tîmên ku ji Koman derketibûn bi hev re lîstin û di Kûpaya Ziraatê ya Tirkiyeyê de derbasî Çarîk Fînalê bûn. Ji bo Çarîk Fînalê pişke hate kişandin. Encam wisa derket:
Bursaspor-Gençlerbirligi
Fenerbahçe-Mersin İdmanyurdu
Galatasaray-Manisaspor
Medicana Sivasspor-Kayserispor
Maçên Çarîk Fînalê dê du caran bênê lîstin, di her du maçan de kîjan tîm bi ser bikeve dê derbasî nîv finalê bibe. Ji bo nîvfînalê jî encam wisa çêbû:
"GS-Manîsa & Kayserî-Sêwas" (Kîjan tîm bi ser bikeve dê bibe reqîbê yê din)
"Bursa-Gençlerbirligi & MersinİdmanYurdu- FB" (Kîjan tîm bi ser bikeve dê bibe reqîbê yê din)
Maçên yekemîn ên Çarîk Fînalê rojên 3,4 û 5'ê adarê, maçên duyemîn dê rojên 7,8,9'ê avrêlê de bêne lîstin.
Maçîn Nîv Fînalê jî wê rojên 28,29,30 avrêl û 19,20,21'ê gulanê bêne lîstin.


