Diyarname
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli û Gultan Kişanak axavîn. Anli got: "Gelê me xwedî li pêvajo, xwedî Ocalan derketiye."
Her du hevserokan sipasiya xwe ji bo gel kir. Hevserok Anli ku bi kurdî axivî wisa got: "Ev cara çaremîn e gelê Amedê xwedî li îradeya xwe derket. Ev watedar e. Ji bo yekîtiya kurdan Amed rola xwe lîst. Gavek mezin derxist holê ji bo pêşeroja me. Ev xwedî derketina pêvajoyê, xwedî derketina Ocalan e."
Kişanak jî sipasî kir û got ku careke din derket holê ku BDP partiyeke kok xurt e, di dilê gel de cih girtiye, serketiyê hilbijartinê BDP ye.