Diyarname
Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kani Beko ji bo bibe mebûs ji serokatî îstîfa kiribû îro li Lijneya Giştî ya DÎSK'ê ji bo serokatî dengdan çêbû. Di lijneyê de Arzu Çerkezoglu ji bo Serokatiya DÎSK'ê hat hilbijartin. DÎSK ku di sala 1967'an de hatiye avakirin ji wê rojê de heta niha yekem car jinek dibe seroka DÎSK'ê.
Cafen Konca jî ji bo Sekreteriya Giştî ku ji cihê Çerkezoglu vala bûbû hat hilbijartin.
Çerkezoglu kî ye?
Arzu Çerkezoglu di sala 1969'an de li Artvînê haitye dinê, 1986'an de li Fakulteya Tibê yaZanîngeha Stenbolê dest bi xwendinê kiriye, di sala 1994'an de wekî pratîsyen hekîm dest bi kar kiriye. Di sala 2004'an de îhtîsasa xwe ser Patolojî kiriye.
Di dema zanîngehê de wê di nav rêxistinên ciwanan de cih girt, qeywira avakariya sekreteriya giştî ya ÎODF (Federasyona Komeleyên Xwendekarên Stenbolê) kir. Çerkezoglu di Tum Saglik Sen û paşê di SES'ê de sê serdem serokatiya şaxê kir.Ew ji sala 2001'ê ve di bin banê DÎSK'ê de kar dike. Ji bala 2013'yan ve ew Sekretera Giştî ya DÎSK'ê ye.


