Nesimi Karikutal
Ez ne ji despotîzmê ne jî ji ilegalîteyê hez dikim. Di naveroka herduyan de jî inkar û derew hene, lema ji wan heznakim. Lê herdu jî li cihana me û li ber pozê me hene. Mixabin ku ev jî rastiya me ye.
PKK, di destpêka pêkhatina xwe de têkoşîna çekdarî û şoreşa proleteryayê derxist pêş, lê di divêtiya van angaştên xwe di komalgehên legal de ragihandinê de mabû.
Çi nakokiyeke gewre … Dû re? Encam tê zanîn…
Di sala 1984'an de serdegirtinên li Dihê û Şemzînan, têkoşîna çekdarî û ev hêza mezin ya bi destxistî.
Dibe ku hûn vê awayê nirxandina min rexne bikin, hîç xema min nîn e, derdê min ji vebijêrkê bêtir, kêmasiyên di tevgera me de ye.. Ev kêmasî bandorê li tevgera me ya siyasî û birêkxistiniyê jî dike. Heta siya xwe berdide ser evîn û jiyana me ya zevengî (seksî) jî.
Min ji bo çi bal kişand ser vê mijarê… Ji bo vê:
PKK /KCK bi wê hêza xwe ya mezin jî ji hemû bîzav û tevgerên kurd yên xwedan kevneşopî xweşbîntir û bêhnfirehtir e. Ez ji niha ve hîs dikim ku dê ev nivis qîyametê rake….
Hinek bi tebitin (bêhna xwe teng nekin)
Kuştinên navxweyî pêşkêşên min nekin. Her tevger li gor hêza xwe çalakiyan pêktîne, muxalefeta navxweyî ekarte dike. Heta dest davêje dek û dolaban û îftirayan jî.
Ev xala ku PKK gihîştiyê hêjayî lêkolînê ye.
Bi dîtina min PKK li gor vê hêza xwe ya qirase xweşbîn û bêhnfireh e. Ji bo bala we! Ez nabêjim demokrat in. Ma demokrat bûyîn ji çiyê kurdan re çare ye. Ji kerema xwe ji vê mijarê derbas bin. Xweşbîn in dibêjim.
Eger ez bêjim ku hevalên di nava cemawerên kurd ên din de bêhntengtir in, bê tehemûl in, dibe ku hûn bawer nekin..
Min carê HAK PAR rexne kiribû, mirovekî bi kuştinê gef li min xwar. Ji ber ku min hin tespîtên bi birêz Beşikçî re têkildar derxistin pêş, hin kesên ku ji mirovbûna min gumankirin derketin.
Min çiqas PKK û birêz Ocalan rexnekiriye di arşîvan de hene. Min tu carî gefxwarinê kuştinê ji wan negirt, lê dikanim bibêjim rexneyên maqûl bûn.
Hesen Bildiricî û arşîva Kurdistan-post govanê min in.
De bêjin, kîjan alî xweşbîn dixuye?
Eger ev hêza PKK /KCKê di destê hin tevgeran de ba, dê wan ê çerm biguranda, biketana nava hewldanên mirov şewitandinê.
Dixwazî bipejirînî, nepejirînî. PKK'ê kurd bi cihanê dan nasîn. Ev berxwedana îro li Kobanî jî bi îmza rawestana heman siyasetê ye.
Ew îmza serhildan e, dil e, fedekarî ye û qehremanî ye. Eger îro Obama Kobaniyê dievrîne, ji ber vê sedemê ye.
Hin kes û pêkhateyên siyasî yên hêza xwe ji xwe guhêzbartir, hê nikane ji derdê xwe re jî çare bibîne, lê di hin deman de bi saya serê PKK'ê piçek rûmet bi dest xistî, çawa vê wenda dikin, nikanin rêjeya êrîşê jî di niqirekî de bigirin, bi PKK'ê re êrîşê hemû destkeftiyên kurdan dikin.
Nizanim, "Apo ajan e. Apo, li gel îttihatiyan (jontirk) e." De bila wisa be.
Eeee ma wê nebêjin; tu jî ji wan çêtir bike, bila girseyên gel li pey te werin, hey lawikê gernas...
Ma ji ber ku destkeftiyên kurdan PKK'ê bi destxistiye, êrîşê destkeftiyên kurdan kirin, dikane ji cihana kurdan re xizmet bike? Nizanim.
Tenê tiştekî dizanim, wijdana min rê nade ku ez neheqiyan bikim.
Ji kesên ku bikanin li hemberî bêwijdanan, ango wijdankoran pêt rawestin re silav dibêjim.
Bi anorbûn tişteke gelek xweşik e, êrîşê mirovên bi heysiyet kirin jî zîşt e, ku we biêşînin jî, divê hûn vê ji wijdana xwe ya pak bipirsin.
15.11.2014, Ji malpera Rojeva Kurdistan hatiye girtin
Wergera ji tirkî: Fêrgîn Melîk Aykoç