logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  5. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
news-details

Kî berê bi çivîk û ajalan re axiviye?

Fîlmekî aktrîstê emerîkî Eddie Murphy ê pirr diaxive, heye. Ew di wî fîlmî de bi zimanê hemû ajalan dizane, fîlm li dor

  • Dîrok: 11/01/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Fêrgîn Melîk Aykoç

Fîlmekî aktrîstê emerîkî Eddie Murphy ê pirr diaxive, heye. Ew di wî fîlmî de bi zimanê hemû ajalan dizane, fîlm li dor wê mijarê diçerixe. Ev çîrok ne rasterast fantaziyeke senarîstan e. Wan ev fikra hanê ji çîrokên berê, yan jî ji xewnên mirovahiyê wergirtiye. Ji ber ku ew bi dîroka kurdan, rastiya dîroka Rojhilata Navîn nizanin, li ba wan tenê Silêman Pêxember (Salomon) bi van çîrokan tê nasîn, wan ew mînak girtiye. Di warê hunerî de fîlmekî gelekî baş e.

Li welatê me behsa zimanê çivîkan tê kirin, zarokên her herêmê vî zimanî bi formên cuda bi kar tînin. Mînak; dema em zarok bûn me kîteyên “ize, vize, civ cav,” li koka peyvan zêde dikir û bi wî awayî hewl dida ku bi hev re biaxivin. Me ji vê re “zimanê çûçikan” digot. Dibe ev jî ji lîstikên zarokan ê dema gorbihuşt Feqiyê Teyran hatibe, yan jî hê kevintir be, ji dema Serwerê Mîtaniyan Sanştattar hatibe! Yan jî diyariyeke wan ji bo zarokên kurd be. Ango zimanê çivîkan û ajalan, li welatê me ketiye nava wêjeya zarokan jî.

Em vî aliyê şiroveyê bidin aliyekî û li mijara xwe ya bingehîn vegerin. Em dizanin ku ev awayê têkiliya mirov, çivîk û ajalên din, berî parzemîna Amerîkayê were keşfkirin, li welatê me dihat bawerkirin ku Feqiyê Teyran bi zimanê çivîkan dizanîbûye û wî ev navê xwe yê “Teyran” ji vê behremendiya xwe ya efsanewî ango ji bi çivîkan re axaftinê girtiye. Heta çîrokeke wî û cihûyekî bi awayekî berbelav tê zanîn û bi kêfxweşî tê vegotin. Dema ew û cihûyekî bi hev re diçin Cizîra Botan, di bin darekê de rûdinin, bêhna xwe vedidin, di wê kêliyê de komek çivîk tên li ser darê datînin û dikin çîve çîv. Feqîyê Teyran bi çive çîva wan çivîkan dikene, ev li cihû dibe nûgerî û jê dipirse, “Tu çima û bi çi dikenî?” Feqiyê Teyran jî xwe nagire û wiha bersiv dide; “Eger te bizaniba, ka çivîk çi dibêjin, tu yê jî bikeniya!” Çîrok dirêj e, em li ser mijara xwe bisekinin.

Ji ber ku em kurd bi dîroka xwe ya kevnar baş nizanin, em van diyardeyên efsanewî dibin bi rêber û mîrên biyaniyan ve girê didin. Haya me jê tune ku wan ji dîroka me wergirtiye û ji mirovên xwe yên pîrozwer re kirine mal. Mînaka herî balkêş ev e: Di dînê Îslamê de mijarê Silêman Pêxember heye ku ew mîrek ji mîrên cihûyan bû, li gor efsaneyên dînî, wî jî bi zimanê hemû çivîkan zanibûye, ji çivîkan xwestiye ku ew ji bo nivînên banû Belqîsê pûrtên xwe birûçikînin û bidin wî. Li gor gotinan, tenê qirik li dij derketiye.

Ma gelo bi rastî jî yê ku cara yekem wekî diyardeyeke efsanewî û derê xwezayî bi çivîk û ajalan re axiviye Silêman ê Cihûyan e, yan beriya wî jî kes hebûne, ew mînaka wan kesan ji Silêman re kirine mal û ew bi vî awayî pîrozwer nîşan dane? Li gor daneyên berdest Silêman Pêximber di sala 970 – 931 beriya Mîladê jiyaye.

Em ji xwendina levhayên nivîsandî yên Sumeran û yên li Misrê hatine xwendin, dizanin ku gelek tiştên baweriyên samiyan (Cihû, Xiristiyan, Îslam) ji van lewheyên nivîsandî hatine girtin. Mînak; Mijara mîhracê hem di van lewheyan de heye û hem jî di baweriya Zerdeştî de heye. Zerdeşt 1100/ 1200 sal berî Muhammed Pêximber dijî. Ew jî çûye mîhracê bi riya ferîşte Vohûmenah bi Xwedê re axiviye. Di mîtolojiya Îslamê de jî Muhammed bi rêya Cebraîl bi Xwedê re axivîye.

Em cardin li çîroka bi çivîkan re axaftinê vegerin. Serwerê Mîtaniyan Sanştattar di salên 1400'î berî Mîladê de serwerê Mîtaniyan e. Li gor daneyên berdest, ew yekem mirovê efsanewî ye ku hem bi zimanê çivîkan û hem jî bi zimanê hemû ajalên din zanibûye. Heta mohra wî jî li gor vê taybetiya wî hatiye amadekirin. Ew wekî serwerê hemû zindiyan hatiye binavkirin.

Divê em vê ji bîr nekin, dijminahiya gelê Mezopotamya xwerû yên wekî kurd û asûran hinek jî di vê rastiya dîroka wan de veşartiye. Dema gelê kurd di tekoşîna xwe de bi ser keve, bigihîje serxwebûn û azadiya xwe, wê bi awayeke zanistî berê xwe bide lêkolînên dîroka xwe, kûrahiya zanistiya di dîroka xwe de veşartî. Ew ê bikane rastiya dîroka xwe bi hemû cihana bêbext bide pejirandin, rastiyên dîroka xwe ya hatî dizîn, înkarkirin, veşartin, belovajîkirin, ji bawerî û gelên din re kirine mal, yek bi yek li ber çavan raxîne. Bi dîtina min dijminahiya gelê kurd, xwerû ew dek û dolabên li pêşiya tekoşîna gelê kurd di vir de veşartiye.

11.01.2019, Yenî Ozgur Potîka

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Gotinên Tozgirtî

ad

PÊNÛSÊN AZADIYÊ

ad

Ji ber hevpeyvînê 5 sal cezaya hepsê tê xwestin

ad

Festîvala Batman Heskîfê dest pê dike

ad

Messiyekî din hat dinyayê

ad

Serokê nû yê DYA'yê Barack Huseyîn Obama ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname