HEWLÊR
Heyeta KCD-BDP’ê ya ku çû Qendîlê da zanîn ku wan bi Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan û rayedarên din ên KCK’ê re hevdîtin pêk anîne. Heyetê ragihand ku rayedarên KCK’ê gotine ew ê di nava deh rojan de bersivê bidin nameya Ocalan. Her wiha rayedarên KCK’ê da zanîn ku ew ê di nava 10 rojan de bi rêya saziyên sivîl û partiyên siyasî leşkerên girtî serbest berdin.
Heyeta KCD-BDP ya ku ji Hevserokên KCD’ê Ahmet Turk û Aysel Tûglûk, Hevserokên BDP’ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş, Parlementerên BDP’ê Sirri Sureyya Onder û Altan Tan pêk dihat, ji bo nameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bigihînin rayedarên KCK’ê hatin başûrê Kurdistanê. Heyeta di roja duyemîn a serdanê de çû Qendîlê û bi heyetek ji rayedarên KCK’ê ku Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan jî di nav de bû re hevdîtin pêk anîn.
JI BER BOMBEBARANÊ ROJA YEKEM NEKARÎ BIÇE QENDÎLÊ
Şandeya KCD-BDP îro vegeriya Hewlêrê û li Buroya BDP’ê ya li Hewlêr daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya çapemeniyê ya ku rastî eleqeyek xurt a çapemeniya kurd û biyanî hat de Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak destpêkê axivî û diyar kir ku wan ji ber bombebaranê nekarîn roja yekemîn biçin serdana Qendîlê, neçar mane ku roja duyemîn biçin serdana Qendîlê.
KCK DI NAVA 10 ROJAN DE BERSIVÊ DIDIN NAMEYÊ
Kışanak jî diyar kir ku wan li Qendîlê bi rayedarên KCK’ê ku Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan jî di nav de bû re hevdîtin kirine. Kişanak got ku rayedarên KCK’ê jî kêfxweşiya xwe ya ji bo hewldanên aştiyê anîne ziman. Kişanak diyar kir ku wan nameyê Ocalan daye rayedarên KCK’ê û rayedarên KCK’ê jî gotine: “Em ê di nava hefteyek an jî 10 rojan de bersivekê bidin nameyê.”
KCK: OCALAN VÎNA ME YE
Kişanak da zanîn ku rayedarên KCK’ê di hevdîtinê de dane diyarkirin ku ew bi hewldanên ji bo aştiyê kêfxweş in û gotine: “Vîna me Ocalan e.”
Kişanak bang li endam û saziyên çapemeniyê kir ku ji bo pêvajo xida nebe, piştgiriyek xurt bidin pêvajoyê.
KARAYILAN: GER AŞTÎ PÊK BÊ BILA AŞTIYEK BI RÛMET BE
Piştî Kişanak, her yek ji Hevserokên Giştî yên KCD’ê Ahmet Turk û Aysel Tûglûk axaftinek kirin. Turk di axaftina xwe de got: “Hevdîtina me baş derbas bû. Wan jî kêfxweşiya xwe ji bo hewldanên çareseriyê anî ziman. Piştgiriyê didin pêvajoyê.” Turk da zanîn ku Karayilan diyar kir ku “Ger aştiyek pêk bê bila aştiyeke bi rûmet be.”
Her wiha Turk sipasiya partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanê jî kir ku pir baş ew pêşwazî kirine. Turk anî ziman ku, partiyên siyasî yên Kurdistanî jî ji bo aştî û demokrasiyê xebat dikin.
TÛGLÛK: DIVÊ ÇAPEMENÎ PIŞTGIRÎ BIDE PÊVAJOYÊ
Aysel Tûglûk jî diyar kir ku ew li Qendîlê bi awayekî baş û dilxweşî ji aliyê rayedarên KCK’ê ve hatine pêşwazîkirin û got: “Ew jî piştgirî didin pêvajoyê. Dibêjin Rêberê me çi bêje, em dilsozên wî ne. Ew vîna me ye.”
Tûglûk da diyarkirin ku, ligel ku bombebaran jî dihat kirin li Qendîlê îradeyek pir bi hêz ya çareseriyê hebû. Tûglûk destnîşan kir ku, serdana wan a Qendîlê hêviyên wan ên çareseriyê bihêz kiriye.
SERDANÊN ŞANDEYÊ DÊ BIDOMIN
Her wiha, hate got dê şandeya BDP-KCD ji aliyê Endamê Polîtburoya YNK’ê û Serokwezîrê berê yê Herêma Kurdistanê Berhem Salih ve ji bo xwarinê hatiye vexwendin û dê îşev mêvanên Salih bin. Hate diyarkirin ku dê şandeya KCD-BDP serdanên xwe yên li Hewlêrê bidomîne û dê roja duşemê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin bikin.
ANF


