OMER LEVENTOGLU
Yilmaz Guney, Tûncel Kûrtîz, Zekî Oktem, Åžerîf Goren û Tarik Akan... Ew hunermend, di demeke sînemaya Tirkiyeyê de, mîna Don Kishot’ê derketin holê û bi cesaret tevgeriyan, hilberandin, berhev kirin û li gorî dema sînemaya wê serdemê hunereke nû afirandin. Hunereke nû û ÅŸoreÅŸgeran e. Hunereke nû û serbixwe. Di ÅŸert û mercên tengasiyê de... Ji van hunermendan tenê Åžerîf Goren bi me re ye, yên din, (di dawiyê de bi çûyîna Tarik Akanê) hemû çûn li ser dilovaniyên xwe.
Lê tiÅŸteke din heye: Gava însaneke bi nav û deng diçe rehmetê, li ser medyaya civakî qiyametek radibe û ÅŸêlaveke girînê pêyda dibe; hemû bikarhênerên medyaya civakî, rindî û baÅŸitiya wê/î kesî bi bîr tînin û wekî ku ji wê/î însanê baÅŸtir tu kesayetiyek heya niha nehatiye ser dinyayê û bi çûyîna wê/î hemû dinya sêwî maye, naverokên bi vî rengî parve dikin. Çûyîna rehmetê yê Tarik Akan jî her wisa. Bi Tarik Akan, êdî kesên ku di ÅŸoreÅŸa sînema ya YeÅŸîlçam a Tirkiyeyê de rolên sereke lîstine, piraniya wan êdî neman...
Ez jî bi vê wesileyê dixwazim hinekî li ser taybetmendiya ÅŸoreÅŸa sînema ya Tirkiyeyê, taybetmendiya wê demê bisekinim û çend gotinan bêjim. Çi ku ew dem, ne tenê di sînema ya Tirkiyeyê de ÅŸoreÅŸek bû, di heman demê de ji bo zayîna sînema ya Kurdistanî yê nûjen jî toximek bû. Destpêka vê destpêkê jî, fîlma "Umut" (Hêvî) bû... Heya ku filmê "Hêvî" were kiÅŸandin, sînemaya Tirkiyeyê, sînemayeke kêfxweÅŸiyê û xwedî dramatûrjîyeke beredayî bû, hema tenê ji bo xapandina “hestên nezaniyê” dihate çêkirin. Ji ber vê yekê, bi rastî însan dikare bêje di wê sînemayê de çîrokên jiyanê nîn bû, yên heyî jî çi nakokî, çi qerekter, çi dramatûrjî, çi poetîk û çi veguherîn tune bû, ya herî girîng jî ji bo civakê û ji bo însanê bi zimanekî estetîk hemhêstgirtinek tune bû.
Jiyanên ku di sînema de li ser perdeya spî dihate nîÅŸandayîn, ji bo hemû civakê jiyaneke dûr bû. Civak, ji bo ku di dinyayê de çi jiyanên cuda hene bibîne diçû sînemayê. Lehengên ku derdiketin li ser perdeya spî jî, ne însanên di jiyanê de, însanên ku tenê di perdeya spî de dijîn, ew bûn. Di bajar û gundan de, di kuçe û kolanan de ew însanana jiyan nedikirin. Bi kurt û kurmancî em dikarin bêjin sînema ya Tirkiyeyê ya wê demê, efsaneyên nedîtî peyda dikir, her tiÅŸt wekî efsaneyî diçand.
Bi fîlmê Hêvî ev yek guherî. Qerekterên sereke ne qehreman bûn, kes nedukutandin, kes nedikuÅŸtin, însanên ku bi hêrsê ve dinya serobino bikin nebûn, jiyanên ku di ber çavên temaÅŸegeran de derbas dibû jiyaneke asayî û ji rêzê bû. Lê hest gelek xurt bû. Qarekter bêhn digirt, nexweÅŸî û kotîtîya civakê bi awayekî poetîk, xweÅŸik û tund dihate ber çavan. Lehengê sereke însanekî belengaz bû, lê bêhn û nefesa filmê hebû, neheqî û tunditiya civakê derdixist der û rayî temaÅŸegeran dikir. Ev hunerê ÅŸoreÅŸgerane, hijmendiya sînemagerên Tirk hêjand û serobino kir. PiÅŸt re fîlmê "Yol" (Rê), "Suru" (Kerî), "Gilgilî" û hwd...
Tarik Akan bixwe, wekî însaneke hunermend, însaneke lîstikvan li cem Yilmaz Guney di her du demê de jî cih girt. Hunermendiya wî jî, bi saya mamoste Yilmaz Guney bû xwedî kesayetiyek. Lê dîsa jî em dikarin bêjin di qada hunera ÅŸoreÅŸgeriyê de ne di asta Gunuy de bû. BaÅŸ lîst, fidakarî kir, lê piÅŸtî ku ji mamoste veqetiya, dîsa di bin bandora birdoziya sereke ya Tirk de mabû.
PiÅŸtre sînema ya kurd, bi tesîra van fîlman û bi tesîra siyaseta Tevgera Azadiyê xwe ji nû ve heyî kir, hê jî heyîbûna xwe bi berhemên nû ve dixemilîne. Di temenê xwe ya dawî de xwedî çi fikrên Tirkperestî dibe bila bibe, keda Tarik Akan jî heye û nayê ji bîr kirin jî... Xwedê rehma xwe li ser wan hemû hunermendên ku mohra xwe dan li ser ÅŸoreÅŸa sînemayê bibarîne.... Wekî hemû hunermendên ku ji bo sînema ya kurd kevirek dane ser kevirekî...
leventoglu@hotmail.com
17.09.2016, Yenî Ozgur Polîtîka
Têbiniya Diyarnameyê: Sernavê nivîsê "Dawiya guherînê" bû, me guhart.
**
Nûçeya eleqedar:
- Kurdan bi 'Suru' û 'Yol' jê hez kiribû