Diyarname
Pêşberendamên ji bo mebûsiyê divê heta kengê serî li partiyan bidin, heqê serîlêdanê bi çi qasî ye? Ev yek niha diyar bûn.
Hilbijartina Serokomarî û Mebûsî ya Tirkiyeyê 24'ê pûşperê de li dar dikeve. Yên ku bixwazin bibin pêşberendam ji bo HDP'ê roja dawî ya serîlêdanê 5'ê gulanê ye. Yê AKP'ê 29'ê vê mehê, yê CHP'ê jî 7'ê gulanê bi dawî dibe.
Heqê ji bo serîlêdanan jî hat diyar kirin. Li gor vê HDP ji kesên serî lê dide ji mêran 2 hezar û 500 TL digire, lê ji bo ciwan, jin û astengbaran serîlêdan bê pere ye.
CHP ji kesê/a serî lê dide 10 hezar TL digire ku herî zêde serîlêdan ji bo wan buha ye. AKP 3 hezar TL digire, Îyî Partî 5 hezar TL û MHP jî 2 hezar û 500 TL digire.
Ji bo serbixweyan
Her wiha yên ku bixwazin serbixwe ji bo mebûsî bikevin hilbijartinê roja dawî ya serîlêdanê 21'ê gulanê ye. Ew 13 hezar û 916 pere radizînin emanetê.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Konseya Ewropayê: Hilbijartinê bi paş ve bixin
- Partiyên dê beşdarî hilbijartinê bibin diyar bûn
- Ji CHP'ê 15 mebûs derbasî Îyî Partî bûn
- Hejmara mebûsên bajarên kurdan diyar bû
- Kîjan partî dê çiqas pere ji xezîneyê bigire?
- DYA: Ev yek dê ne hilbijartineke adil be


