Diyarname
Xelatên Sînemayê yên Cesar ku wekî "Oscarên Fransayê" têne hesibandin hatin belavkirin. Ji sala 1975'an ve berhemên fransiz ên serketî têne xelatkirin. Îsal jî fîlmên serketî bi merasimek hatin xelat kirin. Fîlmê derhênerê fransiz Robin Compillo yê bi navê "120 Battements Par Minute" di du warên girîng de, di warê Fîlm û Senaryoya Herî Serketî bi ser ket û xelat girt. Her wiha ligel van fîlmî xelata muzîka herî serketî jî girt.
Derhêner Albert Dupontel bi fîlmê xwe "Au Revoir La-Haut" xelata Derhênerê Herî Serketî bi dest xist.
Ji bo 43'yemîn Xelatên Sînemayê yên Cesarê li Parîsê merasim hat lidar xistin.
Xelata Rûmetê îsal dan lîstikvana spanyolî Penelope Cruz. Her wiha beşa "hurmeta ji bo hosteyan" ji bo lîstikvana fransiz a navdar Jeanne Moreau ku par mir veqetandin.
Jeanne Balibar bi rola di "Barbara" de xelata lîstikvana herî serketî girt. Swann arlaud jî bi rola di "Petit Paysan" de xelata lîstikvanê herî serketî girt.
Û vane xelatên din:
- Kurtefîlmê Herî Serketî: "Les Bigorneaux" (derhêner Alice Vial)
- Anîmasyonê Herî Serketî: "Le Grand Mechant Renard Et Autres Contes" (amadekar: Benjamin Renner û Patrick Imbert)
- Xelata Lîstikvanê Duyemîn ê Herî Serketî: Antoine Reinartz (bi rola di "120 Battements Par Minute" de)
- Xelata Lîstikvana Duyemîn a Herî Serketî: Sara Giraudeau (bi rola "Petit Paysan" de)
- Fîlmê Biyanî yê Herî Serketî: "Faute D'amour" (derhênerê rus Andrei Zviaguintsev)